'Bila DCN sûcên şer ên li Sûriyeyê lêkolîn bike'

Rapora Sûriyeyê ya Neteweyên Yekbûyî ku sûcên şer ên dewleta Tirk ên li Sûriyeyê jî eşkere dike, di Rûniştinên Mafên Mirovan de hate nirxandin. Gelek dewletan xwestin, ku Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (DCN) bikeve dewrê.

Rapora Komîsyona Lêkolînkirinê ya Neteweyên Yekbûyî (NY), li Rûniştinên Mafên Mirovan ên 45'emîn ên li Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî hate nirxandin.

Serokê Komîsyona Lêkolînê Paûlo Sergîo Pînheîro rapor pêşkêşî rûniştina civînê kir û diyar kir ku mafên mirovan ên gelê Sûriyeyê di asteke giran de tê binpêkirin. Pînheîro bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan ên li herêmên rejîmê û Idlib û derdora wê yên ji aliyê dewleta Tirk û komên wê yên çete ve hatine dagirkirin û destnîşan kir, ku ev sûc dikarin di çarçoveya sûcên şer de bê nirxandin. Pînheîro ragihand, ku 9.3 milyon welatiyên Sûriyeyê bi rengê ku hewcedarê alîkariyê ne dijîn û ji xizmetên bingehîn û xizmetên tenduristiyê bêpar in û banga berpirsyariyê li aktorên navneteweyî kir.

'QALA SÛCÊN ŞER KIR Û BERPIRSYARIYA TIRKIYEYÊ BI BÎR XIST'

Pînheîro işaret bi sûcên şer kir ên ku dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîn û Serêkaniyê yên dagirkirî dikin û got, "Artêşa Milî ya Sûriyeyê (AMS) ya pişta xwe dispêre Tirkiyeyê, dibe ku sûcên şer ên mîna dîlgirtin, kiryarên zordar, êşkence û destavêtinê kiribin. AMS herêmên ku Kurd lê ne talan dike, dest datîne ser malê gel. Nasname û çandên li vê herêmê di bin êrişeke gelekî mezin de ne. Herêmên ku ji aliyê UNESCO ve weke mîrateya çandî hatine qebûlkirin bi bûldozeran hatin talankirin, wêrankirin. Tirkiye li ser komên çekdar û aktorên li Sûriyeyê xwedî roleke girîng e. Astengkirina van sûcên AMS û komên din berpirsyariya Tirkiyeyê ye. Tirkiye berpirsyar e ku mafê tazmînatê bide mexdûrên li herêmên di bin kontrola wê de ye û sivîlan biparêze."

'BERPIRSYAR DIVÊ BÊN EŞKEREKIRIN Û DARIZANDIN'

Pînheîro diyar kir ku weke Komîsyona Lêpirsînê ya Neteweyên Yekbûyî, ew bi Mekanîzmaya Serbixwe û Bêalî ya Neteweyî re (ÎÎÎM) têkildarî sûcên şer ên li Sûriyeyê di nava pêwendiyeke nêz de ne û destnîşan kir, ku divê berpirsyarên van sûcan bên eşkerekirin û di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de bên darizandin.

Piştî ku Pînheîro rapor pêşkêş kir, nûnerên Dewletên Endamên Konseya Mafên Mirovan axivîn û li ser raporê nêrîna xwe anîn ziman.

LUKSEMBÛRG: EM ÊRIŞÊN LI DIJÎ JINÊN KURD BI TUNDÎ ŞERMEZAR DIKIN

Nûnerê Luksembûrgê di destpêka axaftina xwe de sûcên li dijî gelên Sûriyeyê şermezar kir û got, "Desteserkirina malên mirovan bi zorê, destgîrkirina bi kêfî, girtin, windakirina bi zorê nayê qebûlkirin. Em êrişên zayendî yên AMS'ê yên li dijî jinên Kurd bi tundî şermezar dikin û dixwazin ku berpirsyar bên eşkerekirin."

ÎTALYA: BERSIV DIVÊ BÊCEZAHIŞTIN NEBE

Nûnerê Îtalyayê jî destnîşan kir ku êrişên li dijî sivîlan bi rengekî eşkere binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye û got, "Berisva li binpêkirina mafên mirovan ên li Sûriyeyê û bersiva li binpêkirina hiqûqa navneteweyî divê bêcezahiştin nebe. Divê sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê bên eşkerekirin û berpirsyar ji ber vê yekê bên darizandin. Îtalya ji bo darizandina sûcdaran wê ya pêwîst bike. Heta ku edalet nebe aştî nabe."

IŞARET BI DADGEHA CEZA YA NAVNETEWEYÎ KIR

Nûnerê Yekîtiya Ewropayê jî ragihand ku ji ber sûcên Artêşa Milî ya Sûriyeyê ew gelekî bi fikar in û destnîşan kir ku ji sûcên li herêmê tên kirin Tirkiye berpirsyar e.

Nûner got, "Tirkiye berpirsyar e ku li van herêman ewlehiyê biparêze. Rapor balê dikişîne ser wê yekê ku li van herêman êrişên li dijî sivîlan, windakirina bi zorê, êşkence, kiryarên xerab, talan û desteserkirina mal û milkên sivîlan gelekî tên kirin. Divê Dadgeh Ceza ya Navneteweyî (DCN) jî tevlî vê rewşê bê kirin û rayedarên li herêmê hemû weke berpirsyarên van sûcan bên dîtin. Derxistina gelên Bakurrojava û Bakurrojhilatê Sûriyeyê ji cih û warê xwe, guhertina demografiya li herêmê divê bi heman rengî bên nirxandin."

ÎRLANDA: BILA RADESTÎ DCN BÊ KIRIN

Bi navê Îrlandayê jî wiha hate gotin, "Jin û zarok jî di nav de windakirina bi zorê, destgîrkirina kêfî û sûcên din cihê aciziyeke mezin e. Sûcên bi vî rengî qirêj, mafên mirovan ên bingehîn binpê dike û hewldanên ji bo çareseriyeke siyasî têk dibe. Em bang dikin ku berpirsyarên van sûcan bên eşkerekirin.

Îrlanda careke din destnîşan dike ku ji bo mafên mirovan ên di dema şer de hatine binpêkirin, ji bo hiqûqa mirovî ya navneteweyî pêwîstî bi hesabdayinê heye. Em dixwazin ku bûyerên li Sûriyeyê diqewimin radestî Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (DCN) bên kirin."

ELMANYAYÊ JÎ TIRKIYE HEDEF NÎŞAN DA

Ji nûnertiya Elmanyayê jî hate gotin, "Em bi fikar in ku li herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê de sûcên şer tên kirin. Bİ navê Elmanyayê em bang li aktoran hemûyan dikin ku li gorî hiqûqa navneteweyî bi hurmet tevbigerin û destûrê bidin ku saziyên navneteweyî yên ji lêkolînkirina sûcên şer berpirsyar in, xwe bigihînin Sûriyeyê."

Nûnerên gelek welatan ên di civînê de axivîn, bal kişandin ser binpêkirina mafên mirovan ên li herêmên ku Tirkiye û çeteyên wê lê ne û rexne kirin.