'Bila dayika min bibe qurbaniya dawî ya deshilatdariya serdest'
'Bila dayika min bibe qurbaniya dawî ya deshilatdariya serdest'
'Bila dayika min bibe qurbaniya dawî ya deshilatdariya serdest'
Qurbaniya dawî ya tundiya mêr, endama Meclîsa Jinê ya Kuçukçekmece û aktîvîsta DOKH'ê Nazliye Sîncar a 64 salî ye. Sîncar, dema xwe amade dikir biçe mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, ji aliyê hevserê xwe yê berê Şeyhzeydan Harman ve bi çekê hat kuştin. Di rapora otopsiyê ya Saziya Tipa Edlî de tê gotin 5 gule li sînga wê ya çepê ketiye.
Nasekî-ê malbatê ku nexwest navê xwe aşkera bike ragihand, ku li nuqteya Sîncar lê hat kuştin zêdeyî 30 polîsên sivîl hebûn û Harman bi serbestî ji cihê bûyerê çûye. Li Taxa Kanaryayê jî ku jinan li ser cenazeyê Sîncar nobed girtin, kurê Nazliye Sîncar Huseyîn Harman ji ANF'ê re peyivî. Harman got, "Heta ku ev pergala bi tundiya jinê neguhere, em nagihêjin ti deverê. Bila dayika min bibe qurbaniya dawî ya vê pergala deshilatdar."
Li Taxa Kanarya ya Kuçukçekmeceyê, li Mizgefta Mareşal Fevzî Çakmak hem xemgînî hem jî hêrs hebû. Jinên ku li bendê bûn bi çarikên xwe yên spî yên nîşaneya aştiyê ye li gel Nazliye Sîncar re 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê pîroz bikin, niha li ser cenazeyê hevala xwe ya di encama tundiya mêr de jiyana xwe ji dest da, nobedê digirin. Di nava mêrên li kêleka jinan de yek heye ku hêrsa wî ji yên din gelekî cûda ye. Sedema vê hêrsa kurê heyştemîn ê ji yanzdeh zarokên Nazliye Sîncar Huseyîn Harman, li dijî mejiyê deshilatdariya mêr a li nava civakê bicih bûye. Huseyîn Harman dibêje "Emê vî mejî kengî biguherînin" û destnîşan dike ku dayika wî qurbaniya vî mejî ye.
JI BER LI HEV NE KIRIN CIHÊ BÛBÛN
Nazliye Sîncar, di sala 1969'an de li navçeya Mêrdîn Nisêbînê bi xwezgîntiyê bi Şeyhzeydan Harman re zewicî bû. Malbata ku bar kir Stenbolê, di sala 2005'an de ji ber li hev nekirin ji hev cihê bûn, lê di sala 2008'an de li ser navbeynkarî û xatirê xizman careke din hatibûn gel hev. Lê belê ev lihevkatin jî demeke dirêj dewam nekir. Huseyîn Harman pêvajoya rê li ber mirina dayika wî vedike wê vedibêje: "Bavê min neviyê axayekî bû. Ji ber vê yekê digot her tişt li derdora wî dizîvire. Car carna dijwarî li diya min dikir. Bi me re qet eleqedar nedibû. Xwedî karektereke bêberpirsyar bû û xwe ji her kesî mezintir didît. Diya min gelekî bêhnfiretî kir li pêşberî vê rewşa wî, lê di sala 2005'an de êdî nekarî bû îdare bike û ji hev cihê bûn. Ez hingî 17 salî bûm. Ji ber ku dayika min li malê dinêrî, em dixebitîn.
Di sala 2008'an de, ji bo careke din bi diya min re li hev were bavê min xizm xist navberê. Hingî soz da ku ewê careke din bêberpirsyarî tevnegere, guhê wî dê li ser zarokên wî be û bi vî rengî diya min qanih kir. Ji bo carekê diya min ew efû kir. Lê belê fihêlê wî neguherî. Du hefteyan rewşeke erênî hebû, lê piştre her tişt vegeriya rewşa berê. Bavê min dîsa bi bêberpirsyarî û xemsar tevgeriya. Diya min vê carê bavê min bi temamî ji jiyana xwe derxist. Piştî ku bavê min mal terikand çû cihê malbata wî lê navçeya Mêrdîn Nisêbînê. Li wê derê ji xwe re jiyaneke nû ava kir. Di sala 2011'an de bi jineke ji Sûriyê ku hev nas kirin zewicî. Ev zewaca wî jî ji ber ne li hev kirinê, demeke dirêj dewam nekir. Di nava vê demê de ne li me geriya ne jî li halê me pirsî. Lê me jî ji vê rewşê gazin nedikir.
BI RÊYA HEVALÊN XWE GEF DIXWAR
Herî dawî beriya 4 mehan bavê min hat Stenbolê û bi rêya hevalên xwe gef li diya min dixwar. Di got, "Ez zilamekî welê bûm ku bikeve rewşeke bi vî rengî. Ezê destpêkê wê dûre jî xwe bikujim." Haya me ji vê rewşê nebû. Diya min ji bo me neêşîne û nehêle ku em ji bavê xwe nerazî bin, ev gef ji me veşartibû."
Harman diyar kir ku herî dawî wî duh serê sibê diya xwe dîtiye û got, "Mîna her gavê em hişyar kir. Serê sibê dê bi xwişka min re taştê bixwara û li gel hevalên xwe beşdarî mîtînga 1'ê Îlonê ya BDP'ê ya li Kadikoyê biba. Gelekî bi coş û kêfxweş xuya dikir." Harman da xuyakirin ku ji bo azadiya jinan diya wî 10 salan di nava siyaseta Kurd de têdikoşiya û got, "Diya min li dijî tundiya mêr a li hemberî jinê têdikoşiya. Xwe gorî vê dozê kiribû. Lê belê vê tundiya li dijî wê şer dikir, taliyê hat ew dît. Heta ku ev pergala bi desthilatdariya mêr a tundiyê neguhere, em nagihêjin ti deverê. Bila dayika min bibe qurbaniya dawî ya vê pergala deshilatdar."
‘POLÎSAN LÊ TEMAŞE KIRIN, DI SER DE JÎ NEHIŞTIN EM ALÎKARIYÊ BIDIN HEVALA XWE’
Nasekî-ê malbatî yê nexwest navê xwe aşkera bike da xuyakirin ku beriya kuştina wî Harman li ber lîseyê dîtiye k ev der ji aliyê polîsan ve hatibû dorpêçkirin. Nasê malbatê anî ziman ku dema wan amadekarî dikir çar caran dengê teqînê bihîstine û got, "Dema ciwanekî got, jinek hatiye gule reşandin em reviyan cihê jê deng dihat. Me dît ku jina li erdê dirêjbûyî hevala me Nazliye ye. Tevî ku li her derê polîs hebûn jî Şeyhzeydan Harman bi serbestî û rehetî ji cihê bûyerê çû. Polîsên ku bi tenê li bûyera kuştinê temaşe dikir, di ser de nehiştin em alîkariyê bidin hevala xwe. Ambûlans jî piştî 20 deqeyan hat, ji xwe hingî dereng mabû."