Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Însiyatîfa Piştgiriya Zindanan û Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP), der barê grevên birçîbûnê de, li Navenda Giştî ya ÎHD'ê daxuyaniyeke dan çapemeniyê. Di civîna çapemeniyê de endamê OHP'ê Ozgur Erol, Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Nûnera Însiyatîfa Piştgiriya Zindanan Havva Ozcan û Sekreterê Giştî yê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Metîn Bakkalci amade bûn.
DAXWAZ
Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan diyar kir, grevên birçîbûnê ji 15'ê Sibatê û vir ve dewam dikin, li 6 girtîgehên cuda 17 jê jin bi giştî 76 girtî di grevên birçîbûnê yên bêdem-bêdorveger de ne.
Turkdogan bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan li girtîgehan û got, "Daxwazên tên kirin, daxwazên ku divê desthilatdariya heyî ya siyasî di nava sîstema heyî ya destûra bingehîn de bi cih bîne."
Turkdogan ji Wezareta Edaletê û raya giştî xwest, daxwazên girtiyan bibînin. Turkdogan ji rayedaran xwest, van daxwazan bicih bîne:
*Bi rengekî rêk û pêk kontrola girtiyên di greva birçîbûnê de ne, bê kirin. Doktorên ji aliyê TTB ve bên wezîfedarkirin, li girtîgehan miayeneya girtiyan bikin.
*Ji bo li daxwazên girtiyan bê guhdarîkirin, destûr ji parlamenteran, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, hiqûqî û tenduristiyê re bê dayîn ku karibin weke heyetên serbixwe biçin girtîgehan. Heyet karibin li girtîgehan lêkolînê bikin û daxwazên girtiyan ji Wezareta Edaletê re ragihînin.
*Tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin, ku ev tecrîd ji xwe li dijî mewzûatê ye. Pêşî li hevdîtina Ocalan bi parêzer û malbatê re bê vekirin.
Turkdogan bang li raya giştî jî kir ku bala xwe li ser mijarê be û bi erk û berpirsyariyê rabe.
HIŞYARÎ
Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Metîn Bakkalci jî destnîşan kir, ku ji destpêkirina greva birçîbûnê li girtîgehan, civak hemû berpirsyar e û ev hişyarî da: "Em mirovên bi kar û berpirsyariya tenduristiyê radibin, li dijî her şêwe tiştên zerarê didin bedena xwe ye. Lê belê em neçar in hurmetê nîşanî vê bidin. Daxwazên wan ên esasî, bidawîkirina binpêkirina mafên mirovan e. Li Tirkiyeyê gelek mînakên di vî warî de hene, ku li cîhanê qet nehatiye dîtin. Rojên 35-40 gelekî bi rîsk in. Ev rîsk piştre qat bi qat zêde dibe. Roja 48'an roja alarmê ye. Çareserkirina pirsgirêkê gelekî hêsan e. Daxwazên me zelal in. Em amade ne çi dikeve ser milê xwe bikin. Gunehê vê yekê wê yê me tevahiya civakê be. Lê belê gunehê esasî di stuyê siyasiyan de ye."
'BILA TAVILÊ DAXWAZÊN WAN BÊN QEBÛLKIRIN'
Ji Însiyatîfa Piştgiriya Zindanan Havva Ozcan jî got, "Daxwazên girtiyan gelekî însanî û hiqûqî ne. Eger bê xwestin, dikare di nava saetekê de bên çareserkirin. Li Şakranê vîtamîna B12 nayê dayîn. Ev yek tiştekî gelekî xerab e. Li gorî agahiyên tên, hesasiyeta bêhnê rû daye, tansiyon bilind bûye û girtiyên ketine grevê gelekî zeyîf bûne. 3 ji van hikumxwar, 5 jî girtî ne. Berî ku darbest ji girtîgehan derkevin, em dixwazin ev pirsgirêk tavilê bê çareserkirin. Bila êdî darbest ji girtîgehan dernekevin."
Endamê OHP'ê parêzer Ozgur Erol jî got, "Daxwazên ew dikin, gelekî demokratîk in. Li Tirkiyeyê pirsgirêka girtîgehan gelekî giran e." Erol destnîşan kir, ku ew dixwazin daxwazên girtiyan derhal bi cih werin anîn û bi vî awayî grev biqedin.