Bikaranîna nûçeyên ANF’ê serbeste, lê bi ANF’ê re hevdîtin sûce!
Bikaranîna nûçeyên ANF’ê serbeste, lê bi ANF’ê re hevdîtin sûce!
Bikaranîna nûçeyên ANF’ê serbeste, lê bi ANF’ê re hevdîtin sûce!
Doza çapemeniyê ya KCK’ê ku jê 33 girtî 46 rojnamger tên darizandin bi parastina parêzer û daxwazan didome. Parêzeran balkişand ser nûçeyên di ANF’ê de hatine weşandin û diyar kir ku, dema saziyên din yên çapemeniyê nûçeyên ANF’ê diweşîne sûc nayên hesibandin lê dema rojnamegerên ANF’ê bi midûrê ANF’ê re hevdîtinan dikin sûc tê hesibandin.
3’emîn rûniştina Doza KCK’ê ya çapemeniyê ku li Sîlîvriyê pêk dihat navber danê. Heyeta dadgehê keça rojnamegerê ANF’ê Îsmaîl Yildiz ya 9 mehî Zerya Zîn bi hinceta ku hizûra dadgehê xirab dike negirt salonê.
Parêzer Tamer Erdogan têgeha rojnamegeriyê pênase kir û dest bi parastinê kir. Erdogan da zanîn ku, dema hemû saziyên çapemeniyê nûçeyên ANF’ê bikartînin sûc nayê hesibandin, lê dema nûçegihanên ANF’ê bi midûrê ANF’ê re hevdîtinan dike ev ‘faliyeta rêxistinê’ tê dîtin.
Parêzer Erdogan da zanîn ku, rojnamegerên wekê Hasan Cemal, Mehmet Alî Bîrad, dema bi serokê Konseya KCK’ê Murat Karayilan re hevdîtinan dike nayê darizandin lê niha Hakan Tahmaz û nûçegihanên din ji ber ku bi Karayilan û têkildarî Qendîlê nûçe çêkirine tên darizandin.
Parêzer Erdogan got AKP’ê çapemenî desteserkiriye û got Serokwezîrê tirk Erdogan çapemeniyê li gorî xwe bi rêve dibe. Erdogan destnîşan kir ku, AKP sansûrê normal dike û got pêşwazîkirina her sê siyasetmedarên Kurd yên jin ya li Amedê sansûr kirine.
Erdogan da zanîn ku, rojnamegerên niha tên darizandin ji kevneşopiya çepemeniya azad tên û lê niha girtîne. Erdogan got; em dixwazin rojnameger serbest bên berdan.
Erdogan got, ji bo rojnamegeran têgeha ‘nobedarê kuçikan’ hatiye bikaranîn û got: “Rojnameger ne nobedarên kuçikan, çav û guhê rastî û rayagiştîne.
Rûniştinê sibê bi parastina parêzeran ji nîvro şûnde dê bidome. Daxwaz heta 15.00’an dê bên girtin û tê payîn ku heyeta dadgehê biryarên xwe yên navberê vebêjin.
Di vê navberê de Platforma Azadiya Rojnamegeran û Sendîkaya rojnamegerên Tirkiyeyê dozê dişopînin.