Bijîşk Şanli: Em di qonaxeke dijwar de ne

Serokê Odeya Tabîban a Bedlîsê Osman Fatîh Şanli got ku “Em di qonaxeke dijwar de ne” û diyar kir ku li Tirkiyê di warê lênihêrîna nexweşên giran de astengî hene.

Serokê Odeya Tabîban a Bedlîsê Osman Fatîh Şanli derbarê koronavîrusê ya ku li hemû cîhanê belav bûye, agahî da û diyar kir ku kal û pîr û kesên nexweşiyên wan ên krîtîk hene, di bin rîskê de ne. Şanli bal kişand ser vî tiştî ku kesên bedena wan qels e, divê xwe biparêzin.

Şanli got ku “Divê em destê xwe nebin dev, poz û çavê xwe. Rojê herî kêm 10 caran divê em destê xwe bi sabûnê bişon. Herî kêm metreyekê divê em dûrî mirovan bin.”

Şanli bal kişand ser vî tiştî ku ew ketine qonaxa duyemîn û hejmara nexweşan zêde bibe. Şanli got ku, “Di vê qonaxê de pêdivî bi beşên lênihêrîna lezgîn, amûrên bêhnstendinê heye. Li Tirkiyeyê bi qasî 40 hezar ranzayên lênihêrîna lezgîn heye û ev gelekî kêm e. Amûrên bêhnstendinê jî ne zêde ne.  Piştî vê qonaxê wê test were kirin û wê hejmara nexweşan jî zêde bibe. Wê hejmara nexweşên giran, nexweşên wê bi makîneyan were girêdan û nexweşên wê bimirin jî, mixabin wê zêde bibe.”