'Bijî berxwedana bi rûmet a dayikan'

Ozhan Ceyhan ku greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan veguherande ser rojiya mirinê ji Yenî Ozgur Polîtîkayê re nivîsî.

Ozhan Ceyhan ku li Girtîgeha Girtî ya bi Ewlehiya Zêde ya Wanê dimîne û greva birçîbûnê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan veguherandî ser rojiya mirinê ji Yenî Ozgur Polîtîkayê re nivîsî. Ceyhan di nivîsa xwe de got, ''Pêvajoya rojiya mirinê li cem me bi temamî pêvajoya jiyanê ye. Ji ber ku li ser şopa ''ên ku bi qasî ku di ber de bimirin ji jiyanê hez dikin'' me dest bi vê çalakiyê kir.''

Ceyhan got, ''Divê baş were fêhmkirin bê ka çima rojiya mirinê dest pê kiriye. Divê biryardarî û cidîbûna vê were fêhmkirin. Divê were zanîn ku dema em giyanê Kemal Pîr dijîn, em ji her encamê re hazir in û bi wê vînê ne ku bi devlikenî ber bi her encamê ve bibezin. Bi şikandina tecrîdê em dikarin li dijî tinehesibandina Kurdan bisekinin û xeleka ji êgir bişkînin.''

Ceyhan bi berdewamî diyar kir divê ev rewş bi rêxistinî, bi hev re, bi kolektîfî were rêvebirin û greva birçîbûnê divê were geşkirin. Ceyhan got, ''Di rewşeke wih de ku dayikên Kurd, ciwanên Kurd ber bi mirinê ve nêz dibin bêdengî xafilbûn e. Divê ti kesek vê li xwe neyîne û li benda mirina mirovan nemîne.''

Ceyhan her wiha got ev rewş ji pirsgirêkeke netewî bêhtir, bûye berpirsyariyeke mirovî, wijdan û sincî, li şûna jiyana bi zext û tirsa mirinê di rêya heqîqetê de bibin perwane çêtir e. Ceyhan got, ''Ev tecrîd an wê bişike an jî wê bişike''.

Ceyhan bal kişande ser berxwedana dayikan û got, ''Di vê pêvaoyê de ku dayik li pêş in dibînin ku ew dawiya bêhempa nêz dibe. Li bara rawest û keda dayikan deynê me zêdetir dibe û vîna me dibe ji pola. Bila çi kesek ji bîr neke, em ne dilketiyê mirinê ne, berevajî, ji ber ku em dilketiyê jiyaneke birûmet in me bedena xwe daye ber mirinê. Em serfiraziya ku nêz e pêk were, diyarî dayikên Kurdistanê dikin. Destê her yekê ji wan maç dikim û li ber têkoşîna wan bejna xwe ditewînim. Pê şanaz im ku em bi hev re li ber xwe didin. Ji bo ku bibim layiqî vê bi ken ber bi her encamê ve diçim. Ev dîroka ku bi rengekî bêhempa tê nivîsîn nîşaneya dîrokeke bêhmap ye. Bijî berxwedana zindanan, bijî berxwedana birûmet a dayikan.''