Bihezaran kes ber bi Qada Taksîmê dimeşin
Bihezaran kes ber bi Qada Taksîmê dimeşin
Bihezaran kes ber bi Qada Taksîmê dimeşin
Bi hezaran kesên li dijî xirab kirina Parka Gezî hatin gel hev, di encama êrîşa bombeyên gazê û guleyên plastîk yên polîsan de gelek kes birîndar bûn, 64 kes jî hatin binçavkirin. Bi hezaran kesên di demjimêrên şevê de li ser Cadeya Îstîklalê hatin cem hev, ber bi Qada Taksîmê meşiyan.
Çalakiyên ku li dijî xirab kirina Parka Gezî ya li Taksîmê destpêkirin 5 roj li pey xwe hiştin. Bi hezaran kesên ku li dijî xirabkirina Parka Gezî derketin ku dê bikin AVM, li dijî girseyê êrîşa polîsan ya bibombeyên gazê û guleyên plastîk berdewam dike. Di encama êrîşa polîsan ya bibombeyên gazê û ava şid ya li dijî girseya gotin “Bila dar neyên birîn” ber bi Qada Taksîmê meşiyan û li derdora Taksîmê kombûn, li ser Taksîmê ewrek yê gazê çêbû, alîgirên ku li ser bangê hatin Taksîmê û forma li ger wan, ji aliyê polîsên sivîl û fermî ve hatin lêdan û cilên wan ji ber wan kirin. Weke din ji ber guleyên gazê yên polîsan avêtin camên hinek wesayîtên weşana zindî şikestin.
Di encama êrîşa polîsan de pevçûnên ku ji Parka Gezî derketin û belavî Qada Taksîmê û Rêya Îstîklalê bûn, hate diyarkirin ku 8 jê jin 64 kes hatin binçavkirin, jinek 26 salî di bin panzerê de ma û hate îdiakirin ku endamek yê SDP’ê guleyek plastîk li çavê wî ket û giran birîndar bûye. Hate ragihandin ku gelek kes bi bombeyên gazê û guleyên plastîk birîndar bûne û bi ambulansan rakirine nexweşxaneyan.
Bûyer li ber AVM Mecîdiyekoy Cevahîrê berdewam dikin, li Osmanbeyê jî ji bo panzer nekeviyê otobusa şarederiyê rê li trafîkê girt. Ji ber zêde bikaranîna bombeyên gazê, lawirên kolana yên birîndar bûn, gel lê xwedî derket.
Di demjimêrên şevê de jî li ser Rêya Îstîklalê bi hezaran kes kombûn û ber bi Qada Taksîmê ve meşiyan. Polîsan bi gaza bîberê û ava şid êrîşî girseyê kir. Piştî êrîşê pevçûnan rû da. Pevçûnên ku didomin, girseyê bend derbaz kirin û hewil didin bigehîn Qada Taksîmê.
Di vê navberê de li Enqereyê jî girseya ku terora polîsan ya Parka Gezî protesto bike, ketin meşê polîsan bibombeyên gazê êrîş kir. Hate ragihandin ku, polîs li kafeyên Konuk Sokakê dest bi nêçîra çalakvana kiriye.