Bidehan polîsan êrîşî 3 endamên TAYAD’ê kir
Bidehan polîsan êrîşî 3 endamên TAYAD’ê kir
Bidehan polîsan êrîşî 3 endamên TAYAD’ê kir
Malbatên TAYAD’ê biboneya piştgiriyê bidin girtiyên siyasî yên tê xwestin ji Yewnanîstanê radestî Tirkiyeyê bikin, li ber Konsolosa Yewnenîstanê xwestin daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Lê rastî êrîşa polîsan hatin. Bidehan polîsên derdora yek jê jin 3 endamên TAYAD’ê girtin, li wan xistin û ew binçavkirin. Her wiha polîsan destûr neda rojnameger dîmenan bigirin. TAYAD’iyên ku di wesayîta polîsan de jî hatin derb kirin, hewildan ji wesayîta camên wê reş dengê xwe bidin bihîstin.
Careke din 3 endamên malbatê yên TAYAD’î ên xwestin li ber Konsolosa Yewnenîstanê daxuyaniay çapemeniyê bidin rastî êrîşa polîsan hatin. Di çalakiya ku bi dehan polîsan êrîş kirî de TAYAD’iyan sloganên “rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê bin bêxe” qîr kirin.
3 kesên ku li ber çavê herkesê hatin rakişandin jî, rojnamevanên ku xwestin dîmenan bigirin, polîsan ew asteng kirin. Hêza çevîk ya polîsan li beramberî rojnamegeran dîwarek çêkir. 3 TAYAD’iyên ku xistin wesayîta polîsan ya camên wê reş, hate dîtin ku li wan dixistin.