Bîçer: Hîn dest ji hiqûqa dijminatiyê bernedane

Endamê Desteya Rêveberiya TÎHV'ê Prof. Dr. Umît Bîçer bi bîr xist, ku pakêta dadgeriyê ya 3'emîn girtiyên siyasî li derveyî xwe hiştiye û ev yek jî nîşan dide ku dest ji hiqûqa dijminatiyê nehatiye berdan.

Paketa dadgeriyê ya 3'emîn tê payin ku hefteya bê li Meclîsê bê pejirandin. Lê belê girtiyên siyasî li derveyî vê paketê tên hiştin ku ev yek jî bû sedema nerazîbûneke mezin.

Endamê Desteya Rêveberiyê ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Prof. Dr. Umît Bîçer li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir ku ev yek ne ya qebûlkirinê ye.

Bîçer diyar kir, di demeke wiha de pêwîste li gorî rewşa tenduristiyê ya girtiyan hemûyan guhertinek bê kirin û dewlet li gorî pîvana wekheviyê nêzî girtiyan hemûyan bibe.

Bîçer bi bîr xist, ne ya qebûlkirinê ye ku rewşenbîr, parlamenter, siyasetmedar, nivîskar, rojnamevan, akademîsyen ên azadiya fikir û ramanê diparêzin bi mirinê re rû bi rû bên hiştin. Bîçer destnîşan kir ku eleqeya vê yekê ne bi mafên mirovan ne jî bi hiqûqê re heye.

Bîçer bal kişand ser wekheviya mirovan û destnîşan kir ku eger guhertinek wê bê kirin divê bêyî cihêkariyê bê kirin.

Bîçer her wiha got, li şûna girtina mirovan di vê demê de divê tevdîrên alternatîf bên wergirtin.

Bîçer got, hiştina girtiyên siyasî li derveyî guhertina dadgeriyê ne helwesteke însanî ye û dstnîşan kir, ev yek nîşan dide ku hiqûqa dijminatiyê hîn jî li ser kar e.

Bîçer bang kir ku di vê demê de dawî li nêzîkatiyên cotstandartiyê bê anîn.

Bîçer xwest, mijara efûya giştî tavilê bê nirxandin û di vê mijarê de guhertineke bi lez bê kirin.