Biboneya 19’ê Tîrmehê Asayîşê 13 girtî serbest berdan
Biboneya 19’ê Tîrmehê Asayîşê 13 girtî serbest berdan
Biboneya 19’ê Tîrmehê Asayîşê 13 girtî serbest berdan
Piştî Efûya Dîwana Edaletê ya Rojavayê Kurdistanê, Asayîşa Helebê 13 girtî serbest berdan.
Piştî ku Desteya Bilind a Kurd ji Dîwana Edaletê ya Rojavayê Kurdistanê xwest ku bi boneya salvegera Şoreşa 19᾿ê Tîrmehê girtiyên gunehên wan sivik bin efû bike, Dîwana Edaletê ji bo girtiyên ku beriya roja 19’ê Tîrmehê hatine girtin efû derxist. Li ser vê yekê Asayîşa Helebê 13 girtiyên ku ketin ber efûyê serbest berdan. Berdana girtiyan bi amadebûna Endamê Komîteya Têkiliyan a Desteya Bilind Xerîb Hiso pê hat.