'Bibin dengê berxwedêrên greva birçîbûnê'
Beşdarên çalakiya rûniştinê ya li ber Konseya Ewropayê gotin, "Em dixwazin bibin deng û çareya grevên birçîbûnê."
Beşdarên çalakiya rûniştinê ya li ber Konseya Ewropayê gotin, "Em dixwazin bibin deng û çareya grevên birçîbûnê."
Li bajarê Strasbourgê yê Fransayê, çalakiya rûniştinê ya girseyî di hefteya 3'an de ye. Çalakgerên ku dixwazin balê bikişînin ser berxwedana greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Ocalan, ji ANF'ê re axivîn.
Ji nûnerên ÎHD'ê ya Swîsreyê Mîne Çetînkaya bal kişand ser xemsarî û bêdengiya CPT û Konseya Ewropayê ya li pêşberî berxwedana li dijî tecrîdê û got, "CPT a ku ji bo pêşîgirtina li êşkence û kiryarên xerab ava bûye, mixabin di mijara Birêz Abdullah Ocalan de ku bi salan e nikare parêzer û malbata xwe bibîne, gavê neavêje, çavên xwe li kiryarên derveyî hiqûqê yên Tirkiyeyê digire. Divê daxwaza çalakgeran bê qebûlkirin, dawî li tecrîdê bê anîn û pêşî li mirina mirovan bê girtin. Piştî ku mirov mirin, ti wateya tiştekî bê kirin namîne. Lewma bang li her kesî û rêxistinên mafên mirovan dikim ku bi erk û wezîfeya xwe rabin.
Hevseroka NCDK a Rennesê Saadet Kiliç, da xuyakirin ku ew dixwazin bersivekê bidin grevên birçîbûnê û bibin dengê çalakgeran. Kiliç got, "Ewqas dayik ji bo zarokên xwe îsyan dikin; divê em bibin çare, bibin dengek ji vê yekê re. Em jî dibêjin 'Êdî bes e'."
Hozan Kawa jî anî ziman, ku Ocalan îradeya gelê Kurd e û got, "Dixwazin vê rastiyê têk bibin. Lê belê gelê me di şexsê çalakgerên greva birçîbûnê de li dijî vê têdikoşe. Hewldanên dewleta Tirk ên ji bo têkbirina vê berxwedanê wê bi ser nekeve, ji ber ku Rêber Apo felsefeyek e. Çawa ku em di stranên xwe de tînin ser ziman, Rêber Apo ji bo mirovahiyê îdeolojî ye, îrade ye, felsefe ye. Bi taybetî ji bo Rojhilata Navîn çareserî ye."
Hunermend Xelîl Xemgîn jî diyar kir ku ji dema Lozanê û vir ve li ser gelê Kurd tecrîdeke giran heye û ev tecrîd yek bi yek tê têkbirin. Xemgîn got, "Ya mayî jî tecrîdkirina îradeya me, tecrîdkirina Rêber Apo ye. Em ê nedin pey rojeva kesî û em ê dawî li vê tecrîdê bînin. Ji ber ku Rêber Apo ev hînî me kir û ya girîng ew e ku em dest ji vê rêbazê bernedin, dest ji berxwedana ku Leyla Guven daye destpêkirin bernedin."
Endamê Komîsyona Lihevkirin û Aştiyê ya Meclîsa Luzernê Kadrî Ozkan destnîşan kir ku gelê Kurd ji bo bidawîkirina tecrîdê û zordariyê têdikoşe. Ozkan bi bîr xist ku keça wî 27 sal in di zindanê de ye û got, "Hin nirxên Ewropayê hene: azadî, aştî, mirovahî. Lê belê tevî ku tecrîdkirina Birêz Ocalan derketiye derveyî asta mirovahiyê, CPT wezîfeya xwe bi cih nîne. Hem Konseya Ewropa hem jî Parlamenta Ewropa di çarçoveya berjewendiyên navneteweyî de guhê xwe li feryada Kurdan girtine. Bersivê nedin me jî em ê heta bidawîkirina tecrîdê têkoşîna xwe bidomînin. Em bikin ku ew neçar bimînin piştgiriyê bidin vê têkoşîna me."