Bi zorê dixwazin parêzerên di rojiya mirinê de ne derman bikin

Parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ên bi daxwaza edaletê çalakiya rojiya mirinê didomînin, hate ragihandin ku dixwazin bi zorê derman bikin.

Koordînasyona Azadiya Parastinê carekî din ji bo balê bikişînin ser rewşa parêzeran li pêşiya Edliyeya Stenbol a li Çaglayanê kom bûn.

Sekretera Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a Stenbolê Çîgdem Akbûlût axivî û diyar kir ku bi armanca Tîmtîk û Unsal derman bikin rakirine nexweşxaneyê. Akbûlût destnîşan kir ku hevalên wan tedawî qebûl nekirine, daxwazê bi adil bên darezandin kirine.

Akbûlût nerazîbûn nîşanda ku ji ber 11 rojan herdu parêzer li nexwexaneya pandemiyê hatine ragirtin û got: “Hem di bin rîska enfeksiyon û dîsa Covîd-19 tên ragirtin. Razandina li vana nexweşxaneyan ji bo tenduristiyê ne baş e.

Akbûlût bal kişand ser rewşa parêzeran a li nexweşxaneyê û got: “Tim di nava ronahî û qelebalixiyê de tê ragirtin. Ji aliyê jenderme û gardiyanên ku bi hinceta ewlekariyê li ber derî tên rawestandin, tên acizkirin. Nikarin razin. Her serê saetên erkdarên tenduristiyê bi gotina ‘ev erka me ye’ dermankirinê li ser wan didin ferzkirin.”

Her wiha Akbûlût agahî da ku îro li Enqereyê parêzeran bi daxwaza tevdîrê ji bo Tîmtîk û Ûnsal serî li Dadgeha Destûra Bingehîn daye.