Bi zincîra ji mirovan re berxwedana Kobanê hat silavkirin

Bi zincîra ji mirovan re berxwedana Kobanê hat silavkirin

Li ser sînorê Kobanê, bi sedan kes ji bo piştgirîdayîna berxwedana KObanê hatin cem hev û bi dirûşmên "Bijî berxwedana Kobanê" zincîra ji mirovan ava kirin û berxwedana YPG/YPJ'ê silav kirin.

Berxwedana Kobanê li hemberî dagirkirin û komkujiya çeteyên DAIŞ'ê di roja 70. de dewam dike. Bi sedan welatiyên li ser sînorê Kobanê û Pirsûsê hatin cem hev li gundê Mehserê bi tevlîbûna jinên bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Naveteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinê hatin ser sînor çalakiya zincîra mirovahiyê lidar xistin. Çalakî bi deqeyek ji bo bîranîna cangoriyên têkoşina azadiyê destpê kir. Bi sedan welatiyê li ser sînor hatin cem hev bi destê hev girtin û berê xwe dan Kobanê bi dirûşmên "Bijî berxwedana Kobanê", "Bijî YPG/YPJ'ê" berxwedan silav kirin.

Piştî avakirina zincîra ji mirovan li ber sirûdên neteweyî govend hat gerandin.