Bi ya Waliyê Stenbolê înfazkirina Guzel qanûnî ye

Bi ya Waliyê Stenbolê înfazkirina Guzel qanûnî ye

Waliyê Stenbolê Huseyîn Avnî Mullu, serlêdana malbata gerîla Mensur Guzel yê di 11'ê Mijdara 2011'an de dema xwest tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bike keştî revand û hate înfazkirin, ya derbarê Midûrê Polîsan ê Stenbolê Huseyîn Çapkin de red kir. Waliyê Stenbolmê Huseyin Avni Mutlu, diyar kir ku înfaza Guzel, qanûnî ye.

Gerîlayên HPG'ê Mensur Guzel di 11'ê Mijdara 2011'an de ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bike keştiya Kartepe ya aydî Şaredariya Bajarê Mezin a Kocaeliyê ya dinavbera Îzmit-Golcukê de seferê dike revand. Piştî çalakiyê gerîlayê HPG'ê Mensur Guzel, ji aliyê polîsên deryayê yên SAT'ê ve hate înfazkirin. Li gel ku salek di ser înfaza Guzel re derbas bû jî heta niha der barê înfazê de tu lêpirsîn û doz nehat vekirin. Malbatê xwest doz bê vekirin, lê rayedaran serlêdana malbata Guzel red kir. Parêzerê malbata Guzel Huseyin Bogatekin, der barê înfaza Guzel de xwest der barê Midûrê Polîsan ê Stenbolê Huseyin Çapkin de doz bê vekirin, lê Waliyê Stenbolê serlêdan red kir. .

LI GORÎ WALÎ PÎMÊ BOMBEYÊ HATE DÎTIN

Waliyê Stenbolê Huseyin Avni Mutlu bi hinceta pîmê bombeyê hatiye dîtin û înfaz li gorî mewzûatê de, destûr nedaku lêpirsîn bê destpêkirin. Mutlu, îdîa kir ku tîmên komando yên SAT'ê li gorî pîvanan tev geriya ne û polîsan sûc nekiriye. Walî diyar kir ku li gorî hêjmara 4483'an a xala 6'an destûra lêpirsînê nehatiye dayîn.

PARÊZER DÊ BIRYARA REDKIRINÊ ÎTÎRAZ BIKIN

Parezeran diyar kirin ku dê vê biryara redkirina serlêdanê îtîraz bikin û seri li Dadgeha Îdarî ya Herêma Stenbolê bidin. û ger encamê negirin jî dê Serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin.