Bi sedan zarokên 0-6 salî li girtîgehên Tirkiyeyê ne

Mîna keça nû çêbûyî ya mamoste Ayşe ku ji ber gotina 'Bila zarok nemirin' hate girtin, bi sedan zarokên 0-6 salî li girtîgehên Tirkiyeyê ne.

Neheqî û binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehên Tirkiyeyê gihîştine wê radeyê ku timî di rojeva saziyên pêwendîdar ên navneteweyî de ne. Yek ji mijarên vê neheqiyê jî rewşa zarokên heta 6 salî ne ku neçar in tevî dayikên xwe li girtîgehê bin. Wezareta Edaletê ya Tirk di Mijdara 2017'an de ragihand ku hejmara pitikên girtî 624 e. Neçar in ku di nava şert û mercên giran de bijîn.

Pitika dawî ya tevî dayika xwe hate girtin, keça mamoste Ayşe Çelîk e ku dayika wê ji ber gotina 'Bila zarok nemirin' berî çend rojan hate girtin.

DEMA DIBIN 6 SALÎ JI DAYIKÊN XWE TÊN STANDIN

Zarok heta 6 salî li girtîgehê bi diya xwe re dimînin û li gorî mewzûata qanûnî dema dibin 6 salî ji dayikên wan tên standin. Me bandora vê yekê li derûniya zarokan û tesîra li paşeroja wan ji pisporan pirsîn.

Nûnera Tora Zarokên li girtîgehê ya Komeleya Civaka Sivîl a li Sîstema Girtîgehê parêzer Cansû Şekercî û Seroka Beşa Xizmetên Civakî ya Zanîngeha Altinbaşê hîndekar Dr. Fûlya Giray Sozen bersiv dan pirsên me.

BI SEDAN ZAROKÊN 0-6 SALÎ DI GIRTÎGEHÊ DE NE

Parêzer Cansû Şekercî li ser hejmara zarokên tevî dayikên xwe li girtîgehên Tirkiyeyê ne agahî da û got "Li gorî bersivên ji pêşniyar pirsên li ser mijarê têne dayin û raporên mekanîzmayên şopandinê yên navneteweyî, em li ser statîstîkên aktûel ên der barê zarokên 0-6 salî yên girtî de agahiyan digirin."

Parêzer Şekercî bal kişand ser rapora Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ya li ser sala 2017'an ku meha Adarê ya 2018'an hate eşkerekirin û got, "Heta Kanûna 2017'an nêzî 600 zarok tevî dayikên xwe girtî ne. 100 ji van dayikan ducanî ne ya jî nû zarok anîne dinyayê."

Şekercî da xuyakirin ku li gorî bersiva Wezareta Edaletê ya ji bo pêşnûme pirsa parlamenter Gamze Akkûş Îlgezdî, heta 14.11.2017'an hejmara zarokên tevî dayikan xwe girtî 624 e.

Parêzer Şekercî li ser rewşa zarokan a li girtîgehê got, "Ji bo zarokan menu tên derxistin û li kantînê jî mast, şîr bi pere tên firotin. Lê belê dayikên ku rewşa wan a aboriyê nebaş in, nikarin ji kantînê ji bo zarokên xwe tiştekî bikirin."

PÎVANÊN BANGKOKÊ BI CIH NAYÊN ANÎN

Hîndekar Dr. Fûlya Giray Sozen jî bal kişand ser Pîvanên Bangkokê ku Kanûna 2010'an li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî hate qebûlkirin û li gorî van pîvanan divê bersiv ji pêwîstiyên jinan re bên dayin.

Dr. Sozen got, "Pîvanên Bangkokê bi berfirehî qala polîtîkaya xwedîkirina zarokên tevî dayika xwe girtî ne dikin. Ev pîvan ji aliyê welatên endamên Neteweyên Yekbûyî ve hatin qebûlkirin û şert e ku welatên endam bi cih bînin. Li gorî van pîvanan, şert û mercên girtîgehê divê li gorî zarok bê guhertin, lê belê ev bi cih nayê anîn."

Dr. Sozen anî ziman ku zarok salên xwe yên herî krîtîk ên pêşketinê li girtîgehê derbas dikin û anî ziman ku ev yek piştre bandorê li jiyana wan, kesayetiya wan û tercîhên wan dike.

BANDORA GIRTÎGEHÊ YA LI SER PAŞEROJA ZAROKAN

Dr. Sozen bi bîr xist ku tecrûbeyên neyînî û mexdûriyetên di emrê zarokatiyê de rû dane, bandorê li tevahiya jiyana mirovan dikin.