Bi sedan kes li dijî qereqolan meşiyan
Bi sedan kes li dijî qereqolan meşiyan
Bi sedan kes li dijî qereqolan meşiyan
Bi sedan welatiyên ku di pêşengiya Rêxistina BDP'ê ya Çelê de li hev kom bûn, li dijî avakirina qereqolên li sînor meş pêk anîn.
Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî qereqolên ku li ser sînor û herêmê tên avakirin çalakiya protestoyî çêkir. Bi sedan welatiyên ku li ber avahiya BDP'ê ya Navçeya Çelê kom bûn, bi karwanekî ku ji dehan maşîyena pêk dihat hatin ser Pira Çetin Dogan. Karwana ku di navde rêveberên BDP'ê, endamên meclisa şaredariyê jî heye bi sedan welatî kom bûn. Welatiyên li ser pirê rawestiyan ji vir heta Qereqola Karataşê meş pêk anîn. Girsê di meşê de dowizên "Gel aştiyê dixwaze", "Em kelehê mirinê naxwazin" û "Ne ji bo qereqolan ji bo aşityê razemeniyê" ava bikin." bilind kirin û siloganên "PKK gel e, gel li vir e" û "Bila destê qereqolan çê dikin bişkên" û "Silav silav ji Îmraliyê her hezar silav" berz kirin. Girseya ku heta nêzî qereqolê meşiyan li ber qereqolê ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dabûn meş pêk anîn.
Li vir Serokê BDP'a Çelê Servet Tunç, diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêvajoya aştiyê daye destpêkirin û wiha got: "Em piştgiriyê didin pêvajoya dîrokî ya aştî û çareseriyê ku Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan daye destpêkirin. Em dibêjin bila dayik negirin. Em dibêjin bila aştiyek bi rûmet pêş bikeve. Ger ku aşti tê gotin wê demê çima qereqol tên avakirin. Çima kelehên şer tên avakirin."
Tunç bang li rayedaran kir û got "Êdî bes e em şer naxwazin. Leşkerên xwe vekişînin. Em dê heta dawî li hemberî kelehên we yên şer bin."
Welatiya bi navê Beyhan Kanar jî wiha got: "Ez dayika 3 şehîdan im. Ez vê pêvajoya aştî û çareseriyê erênî dibînim û diparêzim. Divê leşker jî samîmî bin. Bila qereqal û kozik neyên avakirin. Em di vê pêvojoya aştiyê de samîmî bin."