'Bi saya gelê kurd îro aştî tê nîqaşkirin’
'Bi saya gelê kurd îro aştî tê nîqaşkirin’
'Bi saya gelê kurd îro aştî tê nîqaşkirin’
Kongreya 38'emîn a Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî bi axaftina girtinê bi dawî bû. Di axaftina girtinê de Seroka Giştî ya TİHV'ê Şebnem Korur Fîncanci diyar kir ku ji ber bi salan in kurd tekoşînê didin îro bi xêra têkoşîna gelê kurd aştî tê axaftin û niqaşkirin.
Kongreya 38'emîn a Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî (FIDH), bi tevlêbûna gelek mirovên navdar ên welatên cîhanê û parazvanên maf li salona Peşengeh û Kongreyê ya Navneteweyî ya Lutfi Kirdar pêk hat. Di axaftina girtinê de Serokomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul, Serokê Konseya Mafên Mirovan a Navneteweyî Driss El Yazami, Hîndekara Zanîngeha Bogazîçî Alg Doç. Dr. Nazan Ustundag, Serokê FÎDH'ê Souhayr Belhassen û Seroka Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TİHV) Şebnem Korur Fincanci û Cîgirê Serokwezîr Beşir Atalay amade bûn. Axaftinên girtina kongreyê bi 6 zimanan hat lidarxistin. Ewil Serokê Konseya Mafên Mirovan ê Navneteweyi Driss El Yazami, diyar kir ku li hemû welatên cîhanê li dijî muxalifan tuntiyek hişk tê meşandin û wiha got: "Li Welatên Ereb piştî bihara Ereban gelan rêveberî xistin destê xwe û pergala berê hilweşandin. Bahara Ereban berhemên ciwanan e. Ya girîng ewe ku mirov li hemberî pergal û rêveberiya serdest û yekdest vînek xurt bide nişan.
Alk. Doç. Dr. Ustundag jî axivî û wiha got. "Hêzen dewletê her tim kesên bindest di bin tundî û zextan de dihêle. Gelên ku têkoşînê didin û mafên xwe diparêzin bi rê û rêbazên cuda ji aliyê dewletê ve tên darizandin û cezakirin. Dewlet mafê gelan tehamul nake. Wekî hemû welatên cîhanê li Tirkiyeyê jî di pêvajoya aştiyê de jin tên wêdekirin û tune tên hesibandin. Dewletê bi balafiran 34 welatî qetil kir. Li Reyhanliyê 51 welatî hatin qetilkirin. Jin ji aliyê mêr ve hatin qetilkirin. LGBTT bûn qurban. Sazumankara PKK'ê Sakine Cansiz jî di navde 3 jinên kurd hatin qetilkirin û hêj Parîse kujer nedîtiye."
Ustundag, li ser çalakiyên gireva birçîbûnê jî rawestiya û wiha got: "Girtiyan di 12'ê Îlona 2012'an de dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kir. Me pir gazên îsotê û gazên din xwarin. Me herî dawî di serdema çalakiyên girevê de xwarin. Dîsa di 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê de jî me gaz xwarin. "
'EM JI BER AGIRBESTA PKK'Ê PIR KÊFXWEŞ IN'
Serokê FIDH'ê Souhayr Belhassen, jî diyar kir ku ew ji ber mafên mirovan ê li Tirkiyeyê bi fikar e. Belhassen dema Serokomar Abdulah Gul ket salonê jî axaftina xwe berdewam kir û wiha got: "Bi taybetî li Tirkiyeyê ew qas rojnameger, parêzer, siyasetmedar û parazvanên mafên mirovan girtî ne. Ev me dixe nava fikaran. Hikumet dikare van kesan serbest berde. Em bang li hemû kesî dikin ku ji bo bîranîna parazvanên mafên mirovan ên li Sûriyê jiyana xwe ji dest dane rêz bigirin." Belhassen, li ser pêvajoya Çareseriyê jî rawestiya û wiha berdewam kir: "Em agirbesta PKK'ê dest pê kiriye pir girîng û watedar dibînin. Doza Pinar Selek ji bo azadiya ramanê bûyerek mezin e."
Serokomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul jî axivî û Kongre wekî "Civîna dirokî" nirxand. Gul mirinên li girtîgehan, kuştina zarokan ên li kolanan, girtina hezaran siyasetmedar, parazvanên mirovan, rojnameger u parêzeran neanî ziman parast ku di serdema hikumetê de gelek reform pêk hatine. Gul, parast ku di 10salên dawî de reformên wekî şoreşê pêk hatine, lê taciz û tecawiza li girtîgehan, îşkenceya li girtîgeha Şakran, Sîncan, Tekîrdag û Kiriklarê neanî ziman. Dîsa behsa komkujiya Roboskiyê, girtina sedan zarokan nekir. Gul, behsa kuştina ciwan û zarokên wekî Şahîn Oner, Halil Îbrahîm Oruç, Murat Elîbol, Ugur Kaymaz, Ceylan Onkol, Enes Ata û bi dehan zarokên kurd ên li kolana ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin nekir.
'KURDAN BI TÊKOŞÎNA AŞTÎ XIST ROJEVA TIRKIYEYÊ
Di axaftina girtinê de Seroka Giştî ya TİHV'ê Şebnem Korur Fîncanci diyar kir ku ji ber bi salan in kurd tekoşînê didin îro bi xêra têkoşîna gelê kurd aştî tê axaftin û niqaşkirin. Fîncanci anî ziman ku dihat pilankirin ku ev kongre li Tunusê pêk bê, Lê ji ber şert û merc ne guncav bû li Tirkiyeyê pêk hat. Tunus da zanîn ku lazim bû ev kongre li Tunusê pêk hatibûya û wiha got: "Divê em li cem gelê ku ji bo mafê xwe têdikoşe rawestiyana. Wekî ku Tirkiye welatekî pir demokratîk be hat xuyakirin. Em behsa mafên mirovan dikin. Dewlet ji mafê mirovan berpirsiyar e. 2 roj berê gazên îsotê li dijî mirovan bikar anîn. Li hemberi çalakiyên demokratîk bombeyên gazê bikar anîn. Waliyê bajar zaroka 17 salî wekî 'terorist' bi navkir. Em niha aştiyê diaxivin. Lê ev ne litûfek e. Ev bi têkoşîna gelê kurd pêş ketiye. Divê wergêrên ku 2 rojin bi 7 zimanan wergerê dikin jî bên pîrozkirin."