Bi rihê berxwedana Kobanê em xwedî li dibistanan derkevin

Bi rihê berxwedana Kobanê em xwedî li dibistanan derkevin

Komîteya Ziman û Perwerdeya KCK’ê êrîşa dewleta Tirk  a li hember dibistanên Kurdî şermezar kir, banga xwedîderketina li dibistanên Kurdî kir û got, “Divê em tev bizanibin ew mohrên ku li deriyê dibistanan hatiye xistin ne tenê mohrê li deriya ne, berevajî vegotina hişmendiya dewleta dagirker a Tirkiyeyê, nemaze hikûmeta AKP’ê ye.”

DAGIRKERIYÊ TU SÎNOR NAS NEKIRIYE

Komîteya Ziman û Perwerdeya KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bang li gelê Kurd kir da ku xwedî li dibistanên Kurdî derkeve. KZP’ê di daxuyaniya xwe de got, “Di serî de em gelê xwe yê ku li dibistanên xwe xwedî derdivin, hişmendiya dewleta faşîzan û qedexeyên wê yên li ser zimanê dayikê nas nakin di nava berxwedanî û çalakiyê de ne pîroz dikin; silav û rêzdariyên xwe arasteyê wan hemûyan dikin.”

KZP’ê da xuyakirin ku tehemûla hikûmeta AKP’ê li hember destketiyên gelê Kurd tune ye û wiha dewam kir,  “Gelê me yê bi rûmet û berxwedêr, weke gelê Kurd bi salane ji aliyê dewleta faşîzan a Tirk ve xaka me, çand, nasname, hebûn û rûmeta me hatiye dagirkirin. Ev dagirkerî ti sînor nas nekiriye û wiha diyar e ku wê ji niha û şûn ve jî nas neke. Aşkera ye ku tehemûla hikûmeta AKP’ê Erdoxan bi ti awayî li beramberî afirandina derfetan ji aliyê gelê me ve nîne.

‘MORKIRIN TÊ WATEYA MORKIRINA ÇAND, ZIMAN…’

Ev bê tehemûliya wê di wan demên dawî de ji her demê zêdetir derdikeve pêş. Çawa ku heta niha nekariye deskeftên gelê me yên li Rojavayê Kurdistanê bipejirîne û ji bo li navçûna gelê me li Rojavayê Kurdistanê ji hemû aliyan ve alîkariyê dide çeteyên faşîst ên ku di bin navê DAIŞ’ê de bûne bela serê tevahî gelên Rojhilata Navîn; bi heman feraset û hişmendiyê îro êrîşî ser nirx, rûmet, ked û xwêdana gelê me dike. Tevî ku bahsa pêvajoya çareseriyê dike, di bin navê çareseriyê de hemû rêbazên xwe yên qirêj li ser tevger û gelê me ferz dike, dev ji çêkirina bendav, qereqolan bernade, welatê me vediguherîne çoltaran, bi heman rêbazî êrîşî ser dibistanên me jî dike. Dibistanên ku we bi keda xwe, xwêdana eniya xwe avakirine girtin û mor lêdan ev tê wateya morkirina deriyê çand, ziman, nasname û hebûna me.”

Daxuyaniya KZP’ê wiha didome:

“Divê em tev bizanibin ew mohrên ku li deriyê dibistanan hatiye xistin ne tenê mohrê li deriya ne, berûvajî vegotina hişmendiya dewleta dagirker a Tirkiyeyê, nemaze hikûmeta AKP’ê ye. Li beramberî van êrîşên dij mirovî, ti pêwendiya wan bi pêvajoyê re nîne, ne li gorî rihê pêvajoyê ye. Berevajî ji holê rakirina derfetên muzakere û ragihandina şerê qirêj li dijî gelê Kurd e. Weke ku me destûra vekirina dibistanan ji dewletê negirtiye, em ê destûra parastina dibistanên xwe jî ji dewletê negirin. Bi zimanê dayikê perwerde dîtin mafê herî xwezayî yê gelê me ye û li gorî ruhê pêvajoyê ya herî guncav e. Berevajî rayedarên Komara Tirk û hikûmetê dibêjin ne provokasyon û têk birina pêvajoyê ye.

Weke komîteya ziman û perwerdeya KCK’ê em di vê baweriyê dene ku dê gelê me yê Amedê ji bo xwedîderketina li dibistanan û di van dibistanan de dîtina perwerdeya bi zimanê dayikê di asta berxwedaniya Şehîd SARA ku di girtîgeha Amedê de raber kir, bi heman ruhî xwedî li dibistanên xwe derkeve û tevahî polîtîkayên bişaftinê vala derxe. Valaderxistina polîtîkayên hikûmetê ya li ser dibistanan bilindkirina ruhê têkoşîna Saraya ne.

‘SEDEMÊN SERHILDAN Û ÎSYANÊ YE’

KZP’ê di dawiya daxuyaniyê bang li gelê Kurd û wiha got:

“Di vê çarçoveyê de di serî de em bang li gelê xwe yê Amedê û tevahî qadan dikin ku bi ruhê berxwedaniya Şengalê, Mexmûrê, Kobanê, Kerkûkê û Tilhemis xwedî li dibistanan derkevin; êrîşên ku li ser dibistanan tên kirin weke destwerdana ser xak û bedena xwe bibînin. Êrîşên ku li ser dibistanan tên kirin, weke ku Rêbertiya me di nameyên xwe yên hevdîtinê de dibêje: ‘Sedemên serhildanê û îsyanê ye’ divê em tev bi vê ferasetê li beramberî hişmendiya yek al, yek dewlet, yek ziman têbikoşin. Divê em bi çalekî, xwedî derketin û bilindkirina têkoşîna xwe mafê xwe yê xwendina zimanê dayikê bidest bixin. Çawa ku heta niha di encamê berxwedaniyên bê hempa û serhildanên şanaz de me têkoşîna xwe bilind kir, destkeftên mezin bidest xistin, ji niha û şûn ve jî em ê mafê perwerdeya zimanê dayikê jî bi heman rih, têkoşîn û fedakariyê bi dest bixin.

Em wan êrîşên dewleta dagirker a li ser dibistanan bi tundî şermezar dikin. Van hêrîşan sedema linavbirina pêvajoyê dibînin. Ji bo valaderxistina van polîtîkayên AKP’ê di serî de bang li jin, ciwan û li hemû sazî-dezgeyên civaka medenî dikin da ku dakevin qadan û xwedî li hebûna xwe derkevin. Têkoşîneke di asta berxwedaniya gelê me yê Rojava de raber bikin. Bi vê baweriya ku hûn ê bi rihê berxwedaniya Rojava û Şengalê dakevin qadan û asta berxwedaniya xwe bilind bikin em tevahî gelê xwe silav dikin, bexwedana wan pîroz dikin.”