'Bi rihê Şoreşa Rojava serketina demokrasiyê mîsoger bikin'

Ji bo 8’emîn salvegera Şoreşa Rojava Endamê Komîteya Navendî a PKK’ê Hemrîn Dêrsim axifî û got: ‘’Hemû gelên bindest ê cîhanê, jin, ciwan, karker werin em bi hevre bi rihê Şoreşa Rojava demokrasîyê mîsoger bikin.’’

Endama Komîteya Navendî a PKK’ê Hemrîn Dersîm ji bo 8’emîn salvegera Şoreşa Rojava axivî. Axaftina Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hemrîn Dersim wiha ye:

‘’Di şexsê şehîdên Rojava de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr tînim û bejna xwe li hember wan ditewînim. 8’êmîn salvegera Şoreşa Rojava di şexsê şehîdên azadiyê de li Rêber Apo, tevahî gelê xwe me yê berxwedêr pîroz dikin. Bi rastî dema em behsa Şoreşa Rojava dikin neçar diminin ku vegerin paşeroja xwe. Ji ber ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji xwe de çênebû. Ew jî bi mîrasên pir mezin, xebatên Rêber Apo yê 20 salan a li Rojava kirî pêş ket. Ji ber ku berî derketina fikrê Rêber Apo bi giştî gelê Kurd lê bi taybetî jî li Rojavayê Kurdistanê mirov nikarîbû behsa zanebûna Kurd bike. Dema Rêber Apo çû Rojava, xebatên perwerdehiyê da û encamê de bi hezaran keç û xortên Rojavayê Kurdistan tevlî şoreşê bûn. Ji 7 salî heta 70’ê salî xebatên perwerde hatin kirin. Vê zanînek, kedeke mezin da çêkirin. Vê hişt ku siyaseta BAAS ku gelê Kurd bi awayekî nerm ditevizand, diheland û qir dikir were dîtin û li dijî vê têkoşînek were dayin.Ev zanêbûna ku divê mirov têkoşîneke çawa ji bo xwebûnê bide bi keda Rêber Apo derkete holê.

Em dema ku li dîrokê dinerin; Suriye her tim ji bo Rojhilatanavîn bi roleke navendî rabûye. Weke gelê Suriye jî em dikarin şîrove bikin. Ew dewlemendiya gelên Surî hîna jî xwe diparêze. Bi rastî jî me xwe hertim ji bo şoreşa perçeyê herî mezin yanî Bakurê Kurdistan amade kiribû, me texmîn nedikir ku li Rojavayê Kurdistanê şerek bi vî rengî mezin were destpêkirin. Lê me dît ku şer dest pê kir û pêşengtiya vê jî gele Kurd kir û piştre jî pêkhateyên dîtir kire nav xwe. Ev hemû bi keda Rêber Apo bû, ku bi gelê Kurd re hişmendiya ‘Xwebûn’ ava kir, hêz da. Ev rastiya ku Rêber Apo da diyar kirin, civak çawa xwe bi rêxistin bike, çawa xwe biparêze bi berdelên pir mezin bû, ku heta gihişt vê heqîqetê. Bi hezaran ciwan tevlî têkoşîna azadiyê bûn û şehîd ketin. Ev heta roja îro jî di asteke mezin berdewam dike.

DAÎŞ LI ROJAVA TÊK ÇÛ

Ev zanebûn tenê wisa berteng nema, bi pêşengtiya jina Kurd xwe da diyarkirin. Çawa ku îro em dibêjin Şoreşa Rojava Şoreşa jinê ye, ev jî encama mîrasa bi hezaran hevalên şehîd e, ku ji me re hiştine. Ev têkoşîna têr û tije ya li Rojavayê Kurdistanê ji ber bi keda Rêber Apo di dilê milyonan de hezkirinek mezin çêkir. Xebatên Rêber Apo ku 20 salan li Rojavayê Kurdistanê kir, ji bingeh ve xebatên Konfederalîzma Demokratik bûn. Di pêvajoyên salên 90’î de Rêber Apo ew sîstem da avakirin. Di milê siyasî, civakî, aborî, leşkerî, hûnerî de li Rojava da avakirin. Ev hevsengtiya têkîliya bi cîranan re jî ji ber vê lewaz neket. Gelê Ereb wî wextî jî Rêber Apo wek Serokê xwe didît. Wê demê pir li ser Ereban lîstikt dihatin lîstin, lê fikrê Rêber Apo ew kirin yek. Piştî ev qas keda mezin ên Rêber Apo ji xwe komplo pêş ket. Rojava jî êşên pir mezin bi vê komployê re jiya. Gel netirsiya, vîna wê neşkest, pêşiya armanca gel nebû asteng. Dema em dibêjin Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi vê mîrasê gihîşt vê astê. Çawa ku di hemû qadên civakî de têkoşînek mezin hatiye kirin, ew sekna fedayî ya li hemberî lîstokên navnetewî ê ku bi rêya DAÎŞ xwestin bidin jî êşên mezin da çêkirin. Hêzên navnetewî ji bo ku armancê xwe pêk bînin DAÎŞ bi kar anîn û Kurd kirin hedef. Lê DAÎŞ ji bo hemû mirovatî xeterî û gefek bû. Lê di dîrokê de lehengiya xort û keçen Kurdistanê heta ne tenê Kurd gelek pêkhateyên din jî di nav de berxwedaniyeke mezin çêbû. Di encama berxwedaneke dîrokî de DAÎŞ têk çû. Her çiqasî di pêvajoya vê têkoşînê de hem li navxweyî hem jî j aliyê hezên hegemonîk ve şerên taybet hatin kirin, dijberî jî encam negirt. Herçiqasî hezên hegemonîk naxwazin Kurd bibin xwedan statû jî lê Kurd bi berxwedaniya xwe, bi pergala xwe di asta cîhanî de hatin nas kirin.

ŞOREŞA ROJAVA ŞOREŞA GELAN E

Xweparastin ji qetlîma Qamişlo a 2004’an şûn de bi pêşengtiya grûbek biçûk dest pêkir heta, roja meya îro jî bi navê YPG-YPJ-QSD hat. Tenê weke hêzek Kurd jî derneket, hemû pêkhateyan girt nava xwe ji bo wê jî Şoreş serket. Jixwe ji ber wê hezên emperyalist herbtim dixwazin dibnav gelan de pevçûnê derxînin lê bi felsefeya Rêber Apo hemû pêkhate hatin gel hev û bi ser ketin. Em dikarin bibêjin eger îro bi sedan ciwanên Ereb, Sûryan û enternasyonal di nav têkoşînê de cîh digrin êdî ev şoreş gerdûniye. Em dema rastiyê dinêrin ev gel bi keda xwe da ava kirin. Hêzên navnetewî carek din dixwazin pevçûn di nav gelan de bidin çêkirin û li ser wan esasan bibin xwediyê serweriyê. Ji bo ku şoreş bû gerdûnî hêzek weke Amerîka, Rusya ji bo berjewendiyên xwe dixwaze bide şûxûlandin. Xwestin Kurdên hevkar bidin ava kirin, ketin nav liv û tevgerê ji bo destekeftiyên têkoşîna azadiyê bi şêwazên cûda têk bibin. Lê girêdana gel a bi azadiyê re û heman demê zanebûna ku bi xwe re çêkiriye ku parastina xwe û pergala xwe bi xwe ava bike nahêle ev siyaset encam bigre. Ji xwe Rêber Apo jî dibêje li hemberî êrîşên derve ew bi pergala xwe dana ava kirin, yêkbûna ku bi hemû pêkhateyan re were çêkirin tê pûçkirin Ji ber ku hîn jî xeterî heye ku bi destên hezên dagirker li nav van gelan pevçûnê derxînin. Ji bo wê jî ya herî gîrîng ew e ku hemû pêkhate bi yêkbûnê tevbigerin û pergala demokratîk bidin ava kirin. Ya gîrîng ew e ku mirov ji hêza xwe bawer be. Ev bi şoreşa Rojava û têkoşîna li hemberî DAÎŞ îspat bû. Eger ti hêza xwe bi xwe nedî ava kirin hezên dîtir di her alî de dê te bidin şûxûlandin. Ev jî berî her tiştî parastina cewherî, pergala xwe dana ava kirin, hevsengtiya ku bi gelên din re hatine ava kirin, parastina wan weke nirxên esasî ne, da ku xwedî derketin hebe.

ŞOREŞA ROJAVA ŞOREŞA JINÊ YE

Ya dîtir; di nav Şoreşa Rojava de hêza herî berbiçav ku din av têkoşînê de cihê xwe bi awayekî xwirt girt jin bû. Ev Şoreş dîsa di şexsê YPJ’ê de, Silava, Arîn, Avesta ku bûn dengê Sara û Şervînan û mîrasê wan anîn heta vê astê de pêş ket. Pêşengtiya jinê hem li Kobanê hem jî li Efrîn ji dayîkên 70 salî bigirin, ku rabûn çek girtin bigrin, heta jinên ku ji bo parastina xwe şev û roj dixebitîn, hemû ji bo bigehên jina azad têkoşînek mezin dan. Di nav şerekî ewqas giran de pergala xwe didin avakirin. Jina Kurd li hemberî pergala zilamê serdest deskeftiyên mezin bi dest ve anîne. Ne tenê jina Kurd, îro hevaltiya jina Kurd ku bi jinên Ereb, Siryan û hwd. re yekbûn da ava kirin. Ew felsefeya ku ‘êşa jinekî tevahî ya jina ye’ me bi têkoşîna xwe da ava kirin. Em di wê baweriyê de ne ku ev destkeftiyên ku hatine dest xistin dîsa bi destê jinan were parastin. Heman demê em di wê baweriyê de ne ku Şoreşa me bibe çandek bingehîn û were jiyîn. Dîsa rêxistiniya xwe mezin bike, xwe li gor rastiya Şerê gelê Şoreşgerî bide ava kirin. Nebêje ku Şoreş çêbû em tiştek nekin. Berevavjî hîn zêdetir kar bike, xwe berfireh bike û bide nasîn.

Tê zanîn Rêber Apo hevdîtina 2’yê Gulanê a bi parêzeran re 7 xal dabû nîşandin. Di nav wan 7 xalan de nirxandina yekbûna Surî esas girtibû. Ev pir gîrîng e. Yekbûna Surî esas girtin bi pêkhateyên dîtir re bi awayekî demokratik jiyan e, heta weke erk jî azadkirine wan e. Ev di astek de tê meşandin lê rêxistinkirina wê pêwîst e hîn berfirehtir be. Ev jî bi rêya parastinê, sazîbûnê, bi israra li ser vê çêdibe. Em di wê baweriyê de ne ku ev nirxandinên Rêber Apo ji bo me çavkaniya herî mezin e. Ji bo wê jî pêwîst e bi şev û roj bixebitin. Li hemberî hemû êrîşên hem li hûndir ehem jî di derve de xwe amade kirin û li gorî wê xwe bi rêxistinkirin pewîst e. Bi wê baweriya ku kes nikare li hemberî yekbûna gelan bisekine tevger eê hemû êrîşan pûç bike. Çawa ku Rêber Apo mîrasek mezin ji bo gelê Rojava, ciwan û jinan hişt, pêwîst e di aliyê jin û ciwanan de jî xwedî derketina li vê mîrasê hîn mezintir bibe. Ji bo wê em bawer dikin ku ew vîna ku DAÎŞ têk bir, ji vir û şûn de jî wê hemû êrîşên ku li ser gelê me pêk werin dê têk bibe.’’