Bi rêk û pêk îşkence li girtiyan tê kirin
Zext û zordariya li girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê tê kirin, roj bi roj zêde dibin.
Zext û zordariya li girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê tê kirin, roj bi roj zêde dibin.
8 girtiyên ji Girtîgeha Tîpa T ya Osmaniyeyê sirgûnî Girtîgeha Tîpa M ya Ermenekê hatin kirin, di rê de bûn hedefa leşkerên Tirk û îşkence li wan hat kirin. Li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê jî girtiyên nexweş sewqî nexweşxaneyê nayên kirin û bi rengekî kêfî cezayê ragirtina li hucreyê li wan tê birîn.
LI GIRTÎGEHA TÎPA T A OSMANIYEYÊ SIRGÛN Û ÎŞKENCE
8 girtiyên ku ji Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê di 2'ê Gulanê de sirgunî Girtîgeha Tîpa M a Ermenekê hatin kirin di rê de rastî şîdetê hatin. Girtiyên ku îşkenceya dîtin û li pêşiya girtîgehê nêzîkatiyên ku rû bi rû man bi rêya telefonê ji malbatên xwe re ragihandin.
Mehmet Oztekîn bi biraziyê xwe Welat Oztekîn re hevdîtina heftane kir û got ku di rê de rastî şîdet û zextên psîkolojîk hatine. Oztekîn bilêv kir ku Mehmet Oztekîn, Cahît Baykara û Onder Kormaz dema ku anîne Girtîgeha Ermenekê li vir li ser wan lêgerîna tazî hatiye ferzkirin û ji ber ku girtî li hemberî vê derketine jî 4 rojan ew xistine hucreyên yek kesî.
Oztekîn ev agahî da: "Gardiyanan di hucreyê de jî li hemberî girtiyan şîdet pêk anîn. 4 rojan li hucreyê li erdê raketin. Ji ber ku apê min nexweşê hepatît B ye rewşa wî di hucreyê de girantir bû."
Serokê Komeleya Mafên Mirovan a Amedê Racî Bîlîcî jî têkîldarî mijarê got ku di demên dawî de li girtîgehan li dijî girtiyan şerek tê meşandin û binpêkirinên mafan ên cidî hene. Bîlîcî anî ziman ku di demên dawî de bi dehan malbat têkîldarî pêkanînên li girtîgehan serî li wan didin.
Bîlîcî da zanîn ku girtî rastî îşkenceyê tên, lêgerîna tazî tê ferzkirin cezayên hucreyê tên dayîn û bi vî rengî tê xwestin ku wan bînin hîzayê.
LI GIRTÎGEHA TÎPA L A ANTALYAYÊ ÎŞKENCE LI GIRTIYÊN NEXWEŞ TÊ KIRIN
Yek ji girtîgehên ku girtiyên nexweş nayên dermankirin jî Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê ye. Nûçegihanê DÎHA'yê Feyyaz Îmrak ê li heman girtîgehê ye diyar kir ku girtiyên nexweş nayên dermankirin û bi awayeke kêfî cezaya hucreyê li wan tê birîn.
Îmrak ragihand ku girtiyê nexweş Mehmet Aktaş ji girtîgehê din sirgûnî Antalyayê hatiye kirin û der barê Aktaş û Îlhan Yukyok de ev agahî da: Mehmet Aktaş nexweşiya pişikê pê re heye. Beriya 9 mehan sewqa nexweşxaneyê derketiye lê ji aliyê îdareyê ve nayê sewqkirin. Dîsa gurcikên wî jî li ber îflaskirinê ye. Îlhan Yukkol jî astengdar e. Ji sedî 50 rapora wî ya astengdariya mejî heye. Lê tevî vê yekê jî li girtîgehê tê ragirtin. Her tim rastî cezayê hucreyê tê. Herî dawî hate îdîakirin ku kameraya girtîgehê şikandiye ji ber vê yekê cezayê pere û hecre lê hate birîn."
Li aliyê din parêzer Hakan Evcîn ê ku bi girtiyan re hevdîtin pêk anî diyar kir ku dermanên girtiyan nayê temînkirin, hin derman bi hinceta ku ji aliyê wezareta tenduristiyê ve nayên kirîn nadin girtiyan. Evcîn anî ziman ku dema ew derman dikirin, bi zorê didin girtiyan. Evcîn da zanîn ku pêdiviyên girtiyên nexweş nayê bicihanîn û tevî rapora sewqê jî girtiyan nabin nexweşxaneyê.