Bi Îranê re lihevkirin nebû, dema muzakereyê hat dirêjkirin

Bi Îranê re lihevkirin nebû, dema muzakereyê hat dirêjkirin

Ji hevdîtinên li ser mijara nukleerê yên di navbera Îran û welatên 5+1 DYA, Çîn, Rûsya, Fransa, Îngilîstan û Elmanya de, encamek nehat. Aliyên muzakereyê biryar dan, ku dema danûstandinan 7 mehên din bên dirêjkirin.

Di hevîtinên li ser mijara nukleerê yên di navbera Îran û welatên 5+1 DYA, Çîn, Rûsya, Fransa, Îngilîstan û Elmanya de, encamek bi dest neket. Dema danûstandinan 7 mehên din hatin dirêjkirin.

Serokdewletê Îranê Hasan Rohanî da xuyakirin, ku ji bo pirsgirêkên aboriyê yên welêt bên çareserkirin, pêwîste ji muzakereyan encamek bê wergirtin. Rohanî diyar kir, ku ew ji danûstandinên heta 1'ê Tîrmeha 2015'an encamekê hêvî dike.

Rohanî da zanîn, ku di hevdîtinên li Viyana de di gelek nuqteyên ji hev cihê de lihevkirin, çêbûye. Wezîrê Karên Derve yê DYA John Kerry jî diyar kir ku wan "pêşketineke girîng" bi dest xistine.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA Philip Hammond diyar kir, ku hevdîtin hefteyekê bênavber dewam kir û got, 'Xwegihandina encamekê ne pêkan bû. Dema muzakereyê hat dirêjkirin."