Bi îdîaya 'heqareta li Erdogan' salek û 2 meh ceza li Elîaçik birîn
Nivîskar-îlahiyatnas Îhsan Elîaçik ji ber peyama xwe ya li medya mecazî, bi îdîaya heqaret li Serokkomarê Tirk Erdogan kiriye salek û 2 meh ceza lê hate birîn.
Nivîskar-îlahiyatnas Îhsan Elîaçik ji ber peyama xwe ya li medya mecazî, bi îdîaya heqaret li Serokkomarê Tirk Erdogan kiriye salek û 2 meh ceza lê hate birîn.
Bi îdîaya ku di medya mecazî de heqaret li Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan kiriye, salek û 2 meh cezayê girtîgehê li îlahiyatnas û nivîskar Îhsan Elîaçik hate birîn.
Bi hinceta ku li binê parvekirina hesabê Twitterê yê Elîaçik şîroveya kesekî wêneyê kûçik li ser hebû, bi sûcdariya "Te ji Serokkomar re gotiye kûçik" Elîaçik hate cezakirin.