Bi hezaran mirovan bang li hikûmetê kirin: Destê xwe ji Rojava vekişîne
Bi hezaran mirovan bang li hikûmetê kirin: Destê xwe ji Rojava vekişîne
Bi hezaran mirovan bang li hikûmetê kirin: Destê xwe ji Rojava vekişîne
Li Stenbolê, girseyên gel ji bo xwedî li şoreşa Rojava derkevin herikîn Meydana Îskele ya Kadikoyê. Hevserokên HDP'ê di axaftinên xwe yên li mîtîngê de gotin "Şoreşa Rojava şoreşa gelan e" û banga xwedîderketinê kirin. Li hikûmet û hêzên navneteweyî jî banga "Dest û çeteyên xwe ji Rojava vekişînin" kirin. Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê Emrûllah Bîngul jî got, "Rojava Seyid Riza ye, Mazlûm Dogan e, Koçgirî ye."
Mîtînga "Rojava li ber xwe bide Stenbol bi te re ye" ya ji aliyê Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê ve hat organîzekirin û pêkhateyên HDP û HDK'ê jî piştgiriyê dide, li Meydana Îskele ya Kadikoyê destpê kir.
Bi hatine girseya gel re destpêkê li ser navê Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê Erkan Karabayir mafê axaftinê wergirt. Karabayir şoreşa Rojava silav kir û got, "Em li cem gelê Kurd ê li Rojava li ser navê rûmet û azadiyê li ber xwe didin e. Em xwediyên qîrîna azadiyê, şehîdên xwe bibîr tînin."
'ROJAVA SEYID RIZA YE, MAZLÛM DOGAN E, KOÇGIRÎ YE'
Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê Emrûllah Bîngul jî di axaftina xwe ya bi zimanê Kurdî de got, "Rojava Seyid Riza ye, Koçgirî ye, Agirî ye, Mazlûm Dogan e, Serok Apo ye." Bîngul da xuyakirin ku Rojava rizgariya tevahiya gelên Rojhilata Navîn e û got, "Ev silava ku hûn ji Kadikoyê dişînin, dê bibe garantiya jiyana bi hev re û wekhev a pêşerojê."
Li dû Bîngul Hevserokê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu mafê axaftinê wergirt.
KURKÇU: ŞOREŞA ROJAVA ŞOREŞA GELÊN TIRKIYÊ YE
Kurkçu bi gotina "Silav ji te re şoreşa Rojava, Stenbol bi te re ye" dest bi axaftina xwe kir û anî ziman ku Kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê her tim bi hêviya serhildana ji bo azadî, biratî û wekheviyê jiyane û got, "Ev hêvî niha pêk tê. Şoreşa Rojava, şoreşa Kurdistanê şoreşa me ye jî. Şoreşgerên Tirkiyeyî jî neçarin vê şoreşê weke rizgariya xwe bibînin."
Kurkçu bal kişand ser piştgiriya AKP'ê ya ji bo çeteyan û got, "AKP'ê xwest El Qaîdeya xwe li Rojava bicih bike. Lê belê Rojavayiyan ew El Qaîdeyî bi şûn ve vegerandin. Rojava ji bo tevahiya gelan stargeheke. Dema em şoreşa Rojava diparêzin, em vê stargehê diparêzin. Ji ber ku ji bilî vê ti şoreş nîne ewçend mafdar, ewçend bindestan tîne cem hev, em gelekî girîng dibînin."
Kurkçu ji hikûmetê re got, "Destê xwe ji Rojava vekişîne, çeteyên xwe ji Rojava vekişîne, çeteyan li van deran venehewînin" û ji hêzên navneteweyî re jî got, "Destê xwe ji Rojhilata Navîn vekişînin, Rojhilata Navîn a me ye."
Kurkçu herî dawî têkoşerên di şoreşa Rojava de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî û got, "Şoreşa we şoreşa me ye, em silav dikin." Kurkuçu ji bo gelan jî got, "Rojava şoreşa me hemûyan e."
Hevseroka HDP'ê Sebahat Tûncel jî bi gotina "Kurdistanîno hûn bi xêr hatine, silav ji şoreşa gelan a li Rojava" dest bi axaftina xwe kir.
Tûncel da xuyakirin ku şoreşa Rojava ne tenê şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye û destnîşan kir ku ev şoreş şoreşa tevahiya gelên Rojhilata Navîn e.
Tûncel bi vî rengî axivî:
"Serketina gelên me yên li Rojava nîşan dide ku li Rojhilata Navîn hemû gel dikarin li ser bingeha wekheviyê bi hev re bijîn û çarenûsa xwe diyar bikin. Azadiya gelê li Rojava ji bo azadiya gelê Kurd ê li Tirkiyê girîng e. Hikûmeta Tirk ji bo Rojava dibêje xeta me ya sor e. Em li vê derê tînin bîra wan; xeteke bi tenê ya gelan heye, ew jî azadî ye."
Tûncel ragihand ku divê Tirkiye Rojava weke xeteriyê nebîne û got, "Cîranê de wê PYD be. Çima tu dibe cîranê çeteyan lê tu cîrantiya PYD'ê qebûl nake?"
Tûncel dîwarê şermê yê li ser sînor tê lêkirin jî bibîr xist û got, "Gelê me pêşî li van dîwaran girt." Tûncel destnîşan kir ku şoreşa Rojava şoreşa jinê ye û wiha axivî: "Ji ber ku ya şikil dide şoreşê, jiyana civakî ji nû ve ava dike, jin e. Ji ber vê yekê şoreşa jinê ye, şoreşeke gelekî bedew e. Eger di nava şoreşekê de jin tinebe, şensê serketina wê şoreşê nîne."
Tûncel ragihand ku Rojava ji bo pêşeroja gelên li Tirkiyê gelekî girîng e û got, "Kurdên li Tirkiyê dixwazin azad bin, jiyaneke nû ava bikin. Eger Birêz Serokwezîr dixwaze daxwaza Kurdên li Tirkiyê bibîne, bila were vê derê. Kurd demokrasî û azadiyê dixwazin. Dibêje bê azadî nabe."
Tûncel herî dawî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir û banga Ocalan a 21'ê Adarê bibîr xist. Tûncel bi gotina "Ji Kurdistanê re azadî ji gelên Rojhilata Navîn re azadî" dawî li axaftina xwe anî.