Li Parîsê bi hezaran kes ji bo şermezarkirina êrîşa li hemberî sê jinên siyasetmedar ên Kurd pêk hat û ji bo ronîkirina înfaza her sê jinên Kurd li hev kom bûn. Herjmara girseyê her ku diçe zêdetir dibe.
Ji seaetên duh êvarê ve bi hezaran kes berê xwe dan Parîsê û li Gare de l’Est (Gara Rojhilat) a li Parîsa paytexta Franseyê kom bûn.
Ji saetên danê sibê ve cadeya ku diçe cihê çalakiyê ji Kurdan tije bû. Derdora garê tije mirov bûn û heta niha jî herikîna girseyê ya ber bi garê ve berdewam dike. Esnafên Kurd derabeyan daxistin û tevlî çalakiyê bûn.
Qada ku girseya gel lê kom bûye, li nêzî Navenda Enformasyona Kurdistanê ya ku siyasetmedarên Kurd ji damezrênerên PKK’ê Sakîne Cansiz, nunera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama tevgera ciwan Leyla Şaylemez 9’ê çileyê hatin qetilkirin e.
Qad bi alên KCK, PKK, PJAk, PYD, rêxistinên jinan KJB û PAJk û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye xemilandin. Her wiha nunerên partiyên Başûrê Kurdistanê û partî û rêxistinên Fransî jî tevlî xwepêşandana girseyî bûn.
Rêxistinên çepgir ên Tirkiyeyê weke MLKP, MKP, ATÝK, DÝDF, DHK, DKP, ADHK, EÖÇ û KDO tevî al û pankartên xwe tevlî çalakiyê bûn. Partiya Komunîst a Kurdistanê û Civata Îslamî ya Kurdistanê CÎK) jî bi rengê xwe tevlî çalakiyên bûn
Her wiha, rêxistinên Êzidî û Elewî jî destekek tam dan çalakiyê. Asurî-Keldaniyên li berbajara Villiler-le-Bel a Parîsê dijîn derabeyên dikanên xwe venekirin û piştgirî dan Kurdan.
Kurdistaniyên ji her çar parçeyên Kurdistanê tevlî çalakiyê bûn. Çapemeniya Fransî ya ku bi rojan e li cihê bûyerê ye, îro jî eleqeyek mezin nîşan çalakiya Kurdan da.
Tevlîbûna xwepêşandanê bi berdewamî zêde dibe û girse dê bimeşe Qada Colonel Fabien. Tê payin ku Hevserokên BDP’ê Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş, Hevseroka KCD’ê Aysel Tûglûk jî tevlî meşê bibin. Siyasetmedarên Kurd ên li Ewropayê û nunerên sazî û rêxistinên Kurdan jî di çalakiyê de ne.