Bi hezaran kesî Denîz û hevrêyên wî bi bîr anîn

Di 44’emîn salvegera darvekirinê de Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan hatin bi bîr anîn. Li Enqereyê bi hezaran kesî 3 şitil li ser gorên wan bi bîr anîn, li gelek bajaran jî meş hatin lidarxistin.

Di 44’emîn salvegera darvekirinê de Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan hatin bi bîr anîn. Li Enqereyê bi hezaran kesî 3 şitil li ser gorên wan bi bîr anîn, li gelek bajaran jî meş hatin lidarxistin.

ENQERE

Hêzên kedê, rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî û endamên komeleyan jî di nav de bi hezaran kes li Goristana Karşiyakayê hatin cem hev û Denîz, Hûseyîn û Yusuf bi bîr anîn. Girseya ku li Goristana Karşiyakayê kom bûn bênavber dirûşmên "AKP a diz û qatil" "Ji faşîzmê re mirin ji gelan re azadî" "Mahîr, Hûseyîn Ulaş hate rizgariyê şer" berz kirin û parkarta "Li dijî emperyalîzm û şer demokrasiya serbixwe û sosyalîzm" vekirin. Di maresîmê de pankarta "Azadî îtaet nake pêşeroj a yên li ber xwe didin e" jî hate vekirin.

Serokên KESK, DÎSK'ê, parlamentera HDP'ê Şafak Pavey parlamenterê HDP'ê yê berê Hasîp Kaplan, hevrêyê Denîz Gezmîş, Mustafa Yalçiner, hevsera parêzerê Gezmîş, Şekîbe Çelenk jî beşdarî merasîmê bûn. Ligel ku 44 sal derbas bû jî her sal bi hezaran kes beşdarî merasîmê dibin dîsa bi baweriya şoreşê hate lidarxistin.

Berdevkê Platforma Şaxên KESK'ê yê demî Fevzî Yilmaz li ser navê saziyan axivî û wiha got: "Têkoşîna ku ciwanên 68'an ji bo zanîngehên demokratîk, zanist û zimanê dayikê dane îro baştir tê fêmkirin."

Yilmaz bilêv kir ku sîstema emperyalîzmê di serî de li dijî çîna karkeran li hemû cihanê şîdet û şer ferz dike û nirxandina "Ji bo welatekî serbixwe û biratiya gelan roj roja têkoşînê ye" kir. Yilmaz bal kişand li ser şerê ku Qesrê li dijî gelê kurd daye destpêkirin û wiha got: "Yên ku welatê me bi rêve dibin jibilî tirkan bi taybetî jî gelê kurd di polîtîkayên înkar û îmhayê de sînoran nas nake."

Yilmaz destnîşan kir ku hemû tiştên aydî mirovan e îro li gorê berjewendiyên emperyalîzmê û hevkarên wê ve têşe digire û ev tişt anî ziman: "Welatê me, axa me, qadên me yên jiyanê di bin tehdîdê de ye." Yilmaz got ku têkoşîna hevpar dikare dîktatoran rawestîne xwest gelên bindest li dijî emperyalîzmê û hevkarên wan li ber xwe bidin.

Hevrêyê Denîz, Mustafa Yalçiner jî bang li hemû kesan kir û xwest li dijî dîktatoriyê û şer bisekinin û wiha axivî: "Nirxên neteweyî li dijî gelê kurd û gelê ermen şûr hejandin nîne. Roj roja Denîzên roja me li dijî yên ku i Cizîr, Sûr û Nisêbînê rabin li ser piyan e."

Girseyê piştre jî gûl û qurnefîl danîn li ser gorê. Wekî her sal îsal jî cixare danîn li ser gorê.

JI HDP’Ê DAXUYANÎ

HDP'ê bi daxuyaniyekî nivîskî Sê şitil bi bîr anî. Di daxuyaniyê de hate gotin ku beriya 44 salan di sîstema ku hestên edaletê kor bûye de cînayetekî hiqûqê pêk hatiye û wiha hate gotin: "Tenê ne daraz parlamento jî alîkarî da. Beriya 44 salan li Meclîsê di pêşengiya Sûleyman Demîrel de ji Adalet Partîsî heta Gûven Partîsî, ji MHP'ê heta CHP'ê komên cuda yên Meclîsê erê kirin û 273 destên ku rabûn Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yusuf Aslan şandin sêdarê."

Di daxuyaniyê de îfadeyên "destên ku bi gotina 'erê' hatin rakirin û yên bêdeng man bi tîpên reş ve li rûpelên dîrokê hate nivîsandin; leşker, burokrat, rozger, dadger û siyasetmedar di wijdanên me de nehatin efûkirin. 6'ê Gulana 1972'yan di bû lekeye reş a siyaseta Tirkiyeyê" hatin bikar anîn û hate diyarkirin ku hebûna êşa Sê Şitilan berdawam dike. Di daxuyaniyê de hate gotin ku serka Sê Şitilan a di têkoşîna azadî, wekhevû û edaletê de gotina wan a dayî ya "Bijî biratiya gelê tirk û kurd" wê tu caran neyê ji bîr kirin.

AMED

DBP di daxuyaniya xwe de wiha got, "Em 44'emîn salvegera dardakirina Denîz û hevalên wî careke din jî bi rêziyî bi bîr tînin. Em gotinên wan î dema çûn ber sêpêya dardakirinê ên 'Bijî biratiya gelên tirk û kurdan' wek peywir esas digirin û ji bo pêkanîna wan em wê tevbigerin."

KCD jî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew wê têkoşîna Denîz û hevalên wî bidomînin û ew wê di şert û mercên xedar de alaya wan î demokrasî û azadiyê li ba bikin û di vê çarçoveyê de ew wan bi rêziyî bi bîr tînin. Her wiha di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku, ew wê ji bo pêkanîna gotinên Denîz û hevalên wî yên di dema ber bi çûyîna sêpêyê ve gotin, tevbigerin.

WAN

Şoreşgerên pêşeng ên nifşê 68'an Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan di 44'emîn salvegera dardakirina xwe de, li Wanê hatin bibîranîn.

Şoreşgerên pêşeng Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan di 44'emîn salvegera dardakirina xwe de, li Wanê ji aliyê Rêxistina Bajêr a EMEP'a Wanê ve bi çalakiyekê hatin bibîranîn. Çalakî li avahiya EMEP'ê hate lidarxistin û di rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê de bênavber dirûşmên "Şehîdên şoreşê nemir in" hate berz kirin. Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Rêvebirê Bajêr ê Ciwanên Kedê Metîn Halîtogullari ve hate xwendin û Halîtogullari diyar kir ku ala têkoşînê ya Denîzan di destê ciwanan de bilind dibe. Halîtgulları di axaftina xwe de balê kişand ser êrîşên li ser bajarên Kurdistanê jî û got "Divê em têkoşîna serxwebûnê ya gelên Kurd û Tirk li hemû qadan biqîrin."

MELETÎ

Rêxistinên ciwanên şoreşger, demokrat 3 şitil bi bîr anîn. Bîranîna li Qada Emeksîz ji aliyê Emek Gençlîgî, Bîrleşîk Hazîran Hareketî, SGDF, Ciwanên HDP’ê, Ciwanên DBP’ê û Ogrencî Dayanişmasi ve hate lidarxistin. Daxuyaniya li Qada Emeksîz ji aliyê endama Emek Gençlîgî Hazal Denîz Darakçi hate xwendin. Darakçi di daxuyaniyê de ev tişt gotin: “Ji bo gelên Tirk û Kurd bi awayekî wekhev di nav aştiyekê de bijîn, ji bo karibin jiyanek azad û hevpar bijîn em li dijî polîtîkayên şer ên emperyalîzmê ne.” Darakçi got ji bo demokrasî û sosyalîzmê wê li dijî rejîma zextker faşîst û paşverû li qadan bin.

ÎZMÎR

Platforma 78'an a Egeyê Sê Şitil li ser gora hevalê wan Alpaslan Ozdogan ê di 1971'an de li Nurhaqê di şer de jiyana xwe ji dest da bi bîr anî. Gelek welatî beşdarî merasîma bîranînê ya li Goristana Bucayê bûn. Di merasîmê de pankarta ku dîmewê Sê Şitilan heye hate vekirin û rêz hate girtin. Piştre Serokê Platforma 78'an a Egeyê Servet Alî Çinar axivî û got ku têkoşîna Denîz Gezmîş û hevalên wî îro ji bo hemû ciwanan bûye rêber û ew di ruhê serhildanê ya li dijî emperyalîzm û fazîşmê de dijîn. Çinar gotinên dawî yên Gezmîş û hevalên wî bi bîr xist û wiha axivî: "Em di gotinên xwe yên di berbanga 6'ê Gulana 1972'yan de ya 'Bijî biratiya gelên tirk û kurd û têkoşîna serxwebûnê' ve dijîn. Heta ku rûye erdê bibe rûye evînê wê ew ê bijîn."

Piştî axaftinan dirûşmên "Tekane rê şoreş e" "Li dijî faşîzmê mil bi mil" hatin berzkirin û qurnefîl danîn li ser gora Ozdogan.

MÊRSÎN

Platforma Demokrasî û Kedê ya Mêrsînê li Ozgur Çocuk Parki daxuyanî da çapemeniyê. Hevşaredarê Akdenîzê M. Fazil Turk Parlamenterê CHP'ê yê Mêrsînê Fîkrî Saglar, nûrenên rêxistinên civakî yên sivîl û gelek welatî beşdar bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Me ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin" hate vekirin û dirûşmên "Şehîdên Gulanê bêmirin in" "Bimire dîktatoriya AKP'ê" hatin berzkirin.

Berdevkê Demî yê KESK'ê Yilmaz Bozkurt li vir axivî û diyar kir ku divê meşaleya ku Denîz, Mahîr, Îbrahîm û Mazluman pêxistine bê bilindkirin û ev pêwist e. Bozkurt got ku yên ku Denîzan şandin sêdarê gotin qeş têkoşînê biqedînin û ev tişt anî ziman: "Gotinên ku Denîzan li ser sêdarê bi kar anîn tirs xiste hundirê celadan."

Daxuyanî bi dirûşma "Şehîdên Gulanê bêmirin in" bi dawî bû.