Bi hezaran kesî bi zincîra ji mirovan re Kobanê silav kirin

Bi hezaran kesî bi zincîra ji mirovan re Kobanê silav kirin

Di roja 72. a berxwedana Kobanê de, zincîra ji mirovan a li ser sînor, vê carê ji aliyê jinên ji bo meşa 25'ê Mijdarê hatine Gundê Mehserê ve hat avakirin.

Li gel berxwedana Kobanê, nobeda berxwedanê ya li ser sînor jî mezin dibe. Bi hezaran jinên bi wesîleya 25'ê Mijdarê roja têkoşîn û piştevaniya navneteweyî ya li dijî tundiya li hemberî jinê hatin Gundê Mehserê, çalakiya zincîra ji mirovan pêk anîn. Ji gelek bajaran jin bi kincên xwe yên gelêrî beşdarî çalakiyê bûn. Bi hezaran kesên pankartên bi nivîsa "Li dijî şer û tundiyê em serî hildidin, em xurt in, bi rêxistinin", "Ji xwişkên Mîrabel heta Sakîneyan li Kobanê em Arîn in, li dijî sînoran em Kader in", "Ji Roboskî heta Kobanê berxwedana me dewam dike" vekirin, berê xwe dan Kobanê û bi dirûşmên "Bijî berxwedana Kobanê", "Bijî Berxwedana Jinan", "Bijî Berxwedana YPG/YPJ'ê", "Jin Jiyan Azadî" û bi tililiyan, berxwedana Kobanê silav kirin.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şervanên YPG û YPJ'ê yên li Kobanê jiyana xwe ji dest dane, çalakiya zincîra ji mirovan bi dirûşme û tililiyan bi dawî bû. Piştî çalakiyê, girseya gel ji bo mîtînga mezin ber bi gundê Dewşen cihê destpêkirina meşê, bi rê ket.