Bi hezaran kesên li Fransayê li hev civiyan, faşîzma AKP'ê protesto kirin
Li bajarên Rennes, Reîms, Creîl, Montpellîer, Lyon û Marsîlyayê bi hezaran kes li hev civiyan û darbeya AKP/Qesrê ya li dijî HDP'ê bi çalakiyên girseyî şermezar kirin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
yekşem, 6 sermawezê 2016, 07:12
Li bajarên Rennes, Reîms, Creîl, Montpellîer, Lyon û Marsîlya yên Fransayê bi hezaran kes li hev civiyan û darbeya AKP/Qesrê ya li dijî HDP'ê bi çalakiyên girseyî şermezar kirin.
LI RENNESÊ 2 HEZAR KESÎ FAŞÎZMA AKP'Ê ŞERMEZAR KIRIN
Bi qasî 2 Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Rennesê dijîn, li Place Clombîerê saet di 14:00 de li hev civiyan û tevî baranê jî li dijî faşîzma AKP'ê meşiyan. Piştî meşa bi 5 kîlometreyan, li meydana Şaredariyê daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, Gelê Kurd wê ti carî ji doza xwe ya rûmetê tawîzê nede û hat destnîşankirin, di serî de hikûmeta Fransa divê welatên Yekîtiya Ewropayê li dijî faşîzma AKP'ê helwesteke zelal nîşan bidin.
REÎMS
Li bajarê Reîmê, tevî endamên Partîzan-Reîms, Partiya Komunîst a Fransayê û Partiya Sosyalîst a Fransayê, bi sedan kes li ber Gara Navendî ya Reîmsê li hev civiyan û dest bi meşê kirin. Fransiyên li derdorê jî bi çepikan piştgirî dan çalakgeran. Piştî meşê girseya gel li sûkê li hev civiya û piştî xwendina metna hevpar bi îmzeya NCDK-Reîms, Partîzan Partiya Sosyalîst û Partiya Komunîst a Fransayê, çakaiya xwe qedand.
MONTPELLÎER
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Montpellîerê, bi heman armancê meşek organîze kir. Çalakiyê saet di 15:00 de li ber Le CORUM'ê dest pê kir. Bi sedan beşdarên meşê, alên HDP'ê û wêneyên hevserok û parlamenterên HDP'ê yên hatine girtin hilgirtin. Her wiha bi sedan belavok hatin belavkirin. Piştî meşê li meydana Comedîe mîtîngek hate lidarxistin. Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li Montpellîerê Cevat Guneş li vir axivî û got, ew ê ti carî serî li ber zextên AKP'ê netewînin û her li ber xwe bidin.
LYON
Girtina hevserok û parlamenterên HDP'ê li ber Konsolosxaneya Tirk a li bajarê Lyonê bi mîtîngekê hate şermezarkirin. Li ser navê gelek saziyên Fransa, Kurdistanî û Tirkiyeyî yên tevlî çalakiyê bûn, daxuyaniyek hat dayîn û hat destnîşankirin, ku bi têkoşîna hevpar, dikare pêşî li girtin û binçavkirinê were girtin. Di çalakiyê de bi qîrîna dirûşman, faşîzma AKP'ê hate şermezarkirin.
CREÎL
Li bajarê Creîl bi heman armancê mîtîngek hate lidarxistin. Çalakgeran zextên li HDP'ê tên kirin şermezar kirin û dirûşmên "Kujer Erdogan", "Dîktator Erdogan", "Bijî piştgiriya şoreşger", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" qîriyan. Li ser navê NCDK'ê daxuyaniyek hat dayîn û hat gotin, ew ê berxwedana xwe bidomînin û bi berxwedanê bi ser bikevin.
MARSÎLYA
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Marsîlya yê Fransayê dijîn, ji meydana Canebîerê heta meydana Vîeûx-Portê meşiyan. Di meşê de ku Fransayî jî lê amade bûn, dowîzên "Stop Erdogan" hatin hilgirtin. Çalakgeran bal kişandin ser bêdengiya Ewropayê li pêşberî polîtîkayên dîktatorî yên rejîma AKP'ê û bang li Ewropayê hat kirin, dawî li vê durûtiya xwe bîne.