Bi hezaran kes wê li Mîlanoyê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan bikin -HATE NÛKIRIN

Li bajarê Mîlano yê Îtalyayê bi beşdariya bi hezaran kesî wê bi navê 'Dema hêviyê' konserek bê lidarxistin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê kirin.

Ji bo daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî, ji bo parastina azadî û mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya gelê Kurd di 13'ê Îlonê de (îro) li bajarê Mîlano yê Îtalyayê bi dirûşma 'Dema hêviyê' çalakiyeke çandî û siyasî tê lidarxistin.

Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ya Îtalyayê û Rete Kurdistan Îtalya çalakiyê lidar dixin. Partiya Komunîst a Jinûve Avabûnê ya Îtalyayê jî piştevaniyê jê re dike.

FIKRÊN ABDULLAH OCALAN JI GELÊN CÎHANÊ RE BÛN HÊVÎ

Saziyên amadekar ji bo tevlîbûna li çalakiyê bang kirin û işaret bi tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Abdullah Ocalan li gel pirsgirêka Kurd û Rojhilata Navîn her wiha bi tezên xwe yên li ser demokrasiya radîkal û Konfederalîzma Demokratîk ji gelên cîhanê bi taybetî jî gelên herêmê re bûye hêvî. Her wiha hate bibîrxistin ku dewleta Tirk ji bo têkbirina destketiyên herêmî yên Kurdan êrîşên giran dike.

ŞOREŞA ROJAVA DIVÊ BÊ PARASTIN

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Rejîma otorîter a Erdogan bi dagirkeriyeke berfireh gefê li Rojava dixwe, ku Rojava li dijî DAÎŞ'ê şer kir û ew têk bir." Saziyan diyar kirin ku Şoreşa Rojava ya li ser paradîgmaya demokratîk, azadîparêziya zayendî ya bi fikrên Abdullah Ocalan ava bû, divê ji aliyê gelên cîhanê ve bê parastin.

WÊ DAXWAZA AZADIYA ABDULLAH OCALAN BÊ KIRIN

Çalakî wê saet di 18:00 de destpê bike û karîkaturîstê navdar Zerocalcare, Siyasetmedara Kurd Hazal Koyûncûer, edîtorê weşanxaneya Pûnto Rûsso Roberto Mapellî û Rojnamevan Gîacomo Sînî tevlî bibin. Di vê bernameyê de wê fikir û pirtûkên Abdullah Ocalan bêne nîqaşkirin.

Saet di 20:00 de jî wê bi beşdariya hunermend Alesio Lega, Marco Revelli, Berfin Demir, Renatı Franchi, Asti Abdo, Rap Caverna Posse, Yung  Paninaru, Ellie Cottino û Assalti Frontali bi dirûşma 'Azadî ji Abdullah OCalan re' konserek bê lidarxistin.

Navnîşana konserê bi vî rengî ye:

Parco Delle Cascine di Chiesa Rossa

Via San Demenico Savio, 3 Milano