Bi hezaran kes li Berlinê ji bo Efrînê meşiyan
Kurdistaniyên ku tevî dostên xwe li Oranienplatz a Berlinê li hev civiyan, ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê meşiyan.
Kurdistaniyên ku tevî dostên xwe li Oranienplatz a Berlinê li hev civiyan, ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê meşiyan.
Nêzî 2 hezar kes tevlî meşê bûn û AGIF, SKB, MLKP, MLPD, şoreşgerên Tirkiyeyî û Elman destek dan çalakiyê.
Di meşê de pankartên bi nivîsa "Rê vekin, ciwanên Kurd ber bi Efrînê ve dimeşin" û "Na ji faşîzm û dîktatoriya şexsekî re" hatin vekirin û alên YPG, YPJ û PYD'ê hatin hildan.
Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Berlinê Yeko Ardil, Parlamenterê Partiya Çep Pascal Meiser û Nûnerê MLPD'ê di çalakiyê de axivîn.
Meiser destnîşan kir ku wê mirovên li Efrînê hatine dorpêçkirin ti carî bi tenê nehêlin û got, "Divê em minetdariya xwe ji bo mirovên li dijî terorîstên DAÎŞ'ê şer kirin nîşan bidin. Mafê wan e ku em li Efrînê piştgiriyê bidin wan."
Meş li U Bahn Mitte qediya. Li Berlinê wê 12'ê Adarê saet 17'an li ber Konsolosxaneya DYA ya li Brandenburger Tor mîtîng bê lidarxistin.