Bi hezaran kes diherikin Taksîmê

Bi hezaran kes diherikin Taksîmê

Tê diyarkirin ku, piştî êrîşa li ser Parka Gezî, girseyek mezin ji Taxa Gazî ya Stenbolê ber bi Taksîmê ve dimeşe.

Girseya ku xwe berda rêya TEM’ê, tê gotin ku li gel wê bi sedan kesên bi wesayîtên xwe ji taxan derketin û ber bi Taksîmê ve tên.

Tê îdiakirin ku, li ser cadeya Dîkmenê jî bihezaran kes derketine ser rê. Xelk li malên xwe bi qazan û distkan bertekên xwe tînin ziman, bi qurneyên wesayîtan piştgiriyê didin meşê.

Li Stenbolê û gelek deverên Tirkiyeyê agahiyên çalakiyan tên.