Bi hezaran herikîn gundê Fîsê

Bi hezaran herikîn gundê Fîsê

Gundê Fîsê yê navçeya Licê ya Amedê ku PKK lê hat damezrandin îro bi hezaran kesî dihewîne.  Girseyê mala ku yekemîn kongreya PKK’ê lê pêk hat ziyaret kirin û  girseyê qad bi wêneyên Kemal Pîr, Mazlum Dogan, Mahsum Korkmaz, Sakîne Cansiz, Zeynep Kinaci û fermandarên gerîlayan xemilandin.

Bi hezaran kesî di saetên sibê de ji  bo biçin gundê Fîsê ya Licê ketin rê. Bi hezaran kesên di saetên sibê de li ber BDP’a Amedê hatin cem hev, li vir li otobus û mînîbusan siwar bûn û ketin rê. Polîs û cendermeyan tedbîrên ewlehiya berfireh girt û li ser riya Licê piştî kontrola nasnameya destur dan derbas bûna wesayîtan.

Komek qelebalix di têketina gund de ji wesayîtan derketin û heta gund meşiyan. Ciwanan bi qurneyan piştigrî da. Piştî meşa dirêj  ciwan di têketina gund de ji aliyê jinan ve hatin pêşwazî kirin.

Bi hezaran kes li ber mala malbata Zogurlu ku Yekemîn Kongreya PKK’ê lê hatibû kirin civiyan û dirûşme berzkirin. Ciwanan li dora malê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîlayan daliqandin.

Bi gulîlkan li baxçeyê malê sîmgeya PKK’ê ‘Stêrk’ hat çêkirin. Li girê mezin yê Fîsê alên PKK û HPG’ê hat xêzkirin û her wiha gundên derdorê jî berbi gundê Fîsê ve herikîn. Li qada pîrozbahiyê posterên pêşengên kadroya PKK’ê hatin daliqandin.  Her wiha pankartên ‘Em bi Berîtanan vejiyan, bi Zîlanan mezin bûn, bi Sakîneyan azad bûn’ hatin daliqandin. Ji bo axaftin û muzîkê platform hatibû amadekirin.

Ciwanan jî bi fîşekên hewyî salveger pîrozkirin. Tê payîn ku hevserokên BDP’ê jî tevli pîrozbahiyê bibin.