Bi hezaran di nimêjên înê de ref girêdan

Bi hezaran di nimêjên înê de ref girêdan

Li gelek bajar û navçeyên herêmê bi tevlibûna hezaran welatiyan nimêjên înê hatin kirin. Di nimêjan de hate xwestin ku ji "pêvajoya çareseriyê" re bibin wesîle.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê li Mala Şînê û Gel a Şaredariya Cizîrê, Hezexê li Mala Gel a Şaredariya Hezexê, Sîlopiyê li qada vala ya li ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya Sîlopiyê, Sêrtê li qada bi ser avahiya BDP'ê ya Sêrtê, Misircê li avahiya BDP'ê ya navçeyê, Amedê li Suka Binerd a Selahattîn Eyyubî ya li Derê Çiyê, Bîsmîlê li Parqa Halîl Îbrahîm Oruç, Farqînê li Mala Şînê ya Navendî, Wanê li înşata Otoparqa Şaredariyê û Îzmîrê li avahiya Rêxistina BDP'ê ya Karabagê bi tevlîbûna hezaran welatiyan nimêjên înê hatin kirin. Di nimêjan de melayan bi kurdî weaz dan û xudbe hatin xwendin. Di nimêjan de melayan xwest ku nimêjên ew dikin ji "pêvajoya çareseriyê" re bibe vesîle.