Bi hesp pêşwaziya HDP’yiyan hate kirin

Li navçeya Seray a Wanê HDP’ê bi konvoyeke wesayîtan li nava taxan tûr geriyan. Konvoya HDP’ê her cihê çûyê eleqeye mezin nîşanî wan hate dayîn.

Parlemetera HDP’ê ya Wanê Mukaddes Karakoç, hevseroka HDP’ê ya navçeya Serayê Sureyya Zengîn, Şebettîn Bîlme û li gel rêveberên bajar gelek kes tevlî konvoya HDP’ê bû. Konvoya wesayîtan bi rêzê ve li gundên Avzerk, Xirapsork, Kurucen, Şerefxane, Heretel Sekmanıs Nur Tepe, Karaxısar, Genbol, Kepir, Çexmak, Zax, Selexane, Nızarava, Tim, Runexur, Gulcevk, Hingiz, Çaksere, Çartax, Xocik û Amanort geriya.

Di çarçoveya xebatan de heyeta HDP’ê serdana wesayîtên li Deriyê Sînoê Kapikoyê rawestiyabûn jî kir. Li gundan gel bi tilîlî û çepikan HDP’yî û namzeta HDP’ê Karakoç pêşwazî kirin. Piştî ku li ketina gund ciwanê bi hespan û motoran HDP’yî pêşwazîkirin û şûnde welatiyên gund li dorî HDP’yiyan kom bûn.

Karakoç a li nava gund bi wesayîta anonsê bang li gel kir û got: “Em coşa we encamê dide nîşandan û xwedîderketina we ya li partiyê dide nîşandan. Li ser van deveran gelek lîstik tên kirin, emê xwedî li dengê xwe derbikevin. Yê ser bikeve wê têkoşîna rûmet a gelan be.”

 Piştî axaftinan û şûnde konvoya wesayîtan gera xwe dewam kir.