Bi gomlekên boyaxa sor çalakiya ji bo Efrînê

Kurdistanî li Swêdê her roj ji bo Efrînê li qadan in. Gelê Kurd îro jî di çarçoveya dîplomasiya gel de çûn serdana Şaredariya Helsingborgê.

Rayedarên şaredariyê diyar kirin ku di demeke nêz de ew ê şaredar randevûyekê bide çalakgeran. Di serdanê de belavokên li ser dagirkeriya Efrînê ya bi destê Tirkiyeyê li rayedar û xebatkarên şaredariyê hate belavkirin.

Çalakgeran diyar kirin ku ew ê çalakiyên wan bidome û ew dixwazin bi şaredarên Bjuv û Astropê û bi waliyê bajarên li Başûrê Swêdê jî bicivin.

Çalakger ji şaredar û waliyan dixwazin ji bo ku qetlîama Tirkiyeyê ya li ser Efrînê were sekinandin, bila têkevin nav hewldanan.