Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Bi girseyî çûn serdana şîna gerîla Peyam Demîr

Xelkê Pirsûsê bi girseyî serdana şîn û gora gerîlaya YJA-Starê Peyam Demîr kir.

Gerîlaya YJA-Starê Peyam Demîr (Rêvan Sûrûç) di 28’ê Adarê de li devera Alanduzê ya bi ser herêma Cîloyê ya Colemêrgê ve di şer de şehîd bûbû. Malbatê piştî encamdayîna DNA’yê cenazeyê keça xwe bir navçeya Pirsûsa Rihayê û veşartibû. Xelkê Pirsûsê bi girseyî serdana şîn û gora Peyam Demîr kir. 

Serdan bi pêşengiya Komeleya Alîkarî, Piştevanî û Çandê ya Malbatên ku Xizmên xwe li Axa Qedîm ji Dest Dane (KATDER) pêk hat. Girse ewilî serdana şîna malbatê kir û paşê jî serdana gora Demîr a li gundê Şêwramezin kir. Rêveberên HDP, DBP, Partiya Çepên Kesk, Dayikên Aştiyê, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê û gelek kes beşdarî serdanê bûn. 

Girse piştî şînê çû ber goristanê û ji ber deriyê goristanê heta ser gorê bi berzkirina dirûşma “Şehîd namirin” meş li dar xist. Di serdana gorê de ji bo cangoriyên doza azadiyê rêz hat girtin. 

Endamê Meclisa Partiyê yê HDP’ê Salîh Mevalî di serdana gorê de axivî û bi bîr xist ku Peyam Demîr di dorpêçê de hatiye veşartin û nerazîbûn nîşanî dorpêçê da û got: “Em ê ji vê saetê şûn ve qet bêrûmetiyê qebûl nekin. Em qebûl nakin ku cenazeyên me nîvên şevê û dorpêçkirî tên veşartin. Em oldarên li ber vê rewşê bêdeng dimînin jî şermezar dikin.”