Bi dehan girtiyên din beşdarî greva birçîbûnê bûn
Girtiyên din jî beşdarî greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a li girtîgehan hatiye despêkirin bûn.
Girtiyên din jî beşdarî greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a li girtîgehan hatiye despêkirin bûn.
Greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ku li gelek girtîgehan bi daxwazên mîna “Bidawîkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bidawîkirina zext û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û rakirina dorpêça li ser Kurdistanê” hatibû destpêkirin û îro li girtîgeha Şakranê kete roja 51’an de, girtiyên din jî beşdarî kirin.
Li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 5 a Sîlîvriyê ku midûrê Nûçeyan a Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) a hate girtin Omer Çelîk lê dimîne bi nameya şandî, diyar kir ku li ser greva birçîbûna ya girtiyên li Şakranê gihişte roja 50’an, girtiyên li Girtîgeha Sîlîvrî dimîn ji roja 5’ê Nîsanê û vir ve ew jî ketine greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger.
Di nameya Çelîk de ev tişt tê gotin:
“Ji bo malbat û heskiriyên Nûjiyan Erhan û Evîn Bûldan ên ku ji nav me qût bûyîn sersaxiyê dixwazim.
Weke hûn dizanin ev demeke li girtîgehan çalakiyên dorveger hatine destpêkirin. Lê di serî de li Girtîgeha Şakran piştî çalakiya greva birçîbûnê 50 roj li pey xwe hişt, li ser rewşa girtiyan a gihiştî asta kirîtîk, li vir jî çalakiya grevê ji 5’ê Nîsanê ve ya bêdem û dorveger destpê kir. Di beşa yekem de 10 girtiyan destpê kir. Navê wan wiha ne: “Muhammet Ahmed, Îhsan Tuzun, Mûhlîs Emîn Altay, Ekrem Gun, Egît Bîlgen, Ercan Ûgûrlû, Seman Golbahçe, Ganî Çelîk, Zafer Saglam û Fikret Kayalidag.
Piştî koma yekem wê koma duyem 15’ê Nîsanê bi navbera 10 rojan wê kom bi kom li pey hev dewam bike. Çavê me û kelecana me wê li gel we be.”
GIRTÎGEHA TÎPA T A ERZÎNGANÊ JÎ KETE GIREVÊ
Girtiyên ku li girtîgeha Tîpa T a Erzînganê bi nameya şandî, diyar kirin ku ji 15’ê Adarê ve di greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger de ne. Girtiyê bi navê Ahmet Gerez ê ku diyar kir ku di nava grevê de ne wiha got: “Di vê demê de Yilmaz Guney, Salîh Kaya, Mûrat Bakir, Omer Tûtûş, Mahmû Tûgrahan, Zulkuf Ortaç, Ramazan Dûrman, Savci Yildiz, Hikmet Karakûş, Hakan Înce, Alaatîn Demî, Adem Karadenîz û Sadat Kakin ketine greva birçîbûnê. Niha jî çalakiya xwe didomînin.
3 KES HATIN SIRGÛNKIRIN
Gerez diyar kir ku ji bo rewşê bînin ziman çend caran name şandinê lê ji aliyêmidûrê girtîgehê ve name hatine desteserkirin û got: “Sedemê ketina me ya greva birçîbûnê çawa ku çapemenî qala wê dike ye. Heta ku daxwazên me bi cih bên wê çalakiya me bidome.” Gerez diyar kir ku Yilmaz Guney, Salîh Kaya Mûrat Bekir sewqî Girtîgeha Tîpa E ya Meletiyê hatine kirin. Gerez banga hestyariyê li raya giştî kir.