'Bi biryardana li ser navê gel, ti maneeya hilberandina xizmetê tine'

Hevşaredarên Farqînê Abbas Hilmî Azîzoglu û Naşîde Toprak gotin, dema ku li ser navê gel biryarê bidin û xizmetê hilberînin ti wateya vê tine. Li gorî hevşaredaran divê gel bi dildarî tevlê bibe.

Hevşaredarên HDP'ê yên Farqînê Abbas Hilmî Azîzoglu û Naşîde Toprak gotin gelê Farqînê bi ferqeke zêde ew kirine şaredar, wan dema ku xebatên hilbijartinê dikirin soz dabûne gel ku şaredariyên ji dîtbariya qereqolan xilas bikin û got, çawa ku wan mazbatên xwe standine wan hewl daye ku gel were şaredariyê, têlê dirêhî yên li dora şaredariyê rakirine û li ser vê gel herikiye şaredariyê serdana wan kiriye. Hevşaredaran gotin qeyûm 2,5 sal in ziyaneke mezin daye şaredariyan.

ZIYANÊN KU QEQÛM DANE

Azîzoglu got Qeyûm 68 milyon lîre deyn li ser şaredariyê hiştiye, ev ji hêla malî ve hillweşandinek e.

Azîzoglu her wiha got qeyûm şaredarî dane ber alîgirên xwe, pereyên gel di nav xwe de xwarine û ev ê bi belgeyan nîşan bidin ku ev pere çûne kû, van bidin dadgehan û hesab bipirsin.

'EM Ê BI GEL RE BI RÊ VE BIBIN'

Azîzoglu her wiha got dirûşma wan ''Şaredariya Gel e'' û ji bo ku divê ew bi gel re xebatan rê ve bibin, divê gel jî tevlî nav pêvajoya biryardanê bikin û got, ''Ji bo vê jî planam e ya stratejîk ji bo me girîng e. Em bi hişmendiya tevdigerin ku gel hem tevlî nav pêvajoya biryardanê bibe û hem jî bûdçeyê diyar bike.''

'DI SERÊ WÊ DE YA KU ME NEKIRÎ, EM HÊ NEBÛNE GEL'

Azîzoglu li ser pêşniyarên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di hevdîtinên dawî de têkilî rêveberiyên xwecih gotibû, got, ''Ew pêşniyarên me ne, gotin û pêşniyarî bi hişmendiya me ya şaredariyê re li hev dikin. Tiştên ku divê werin kirin lê heta niha me nekirine.''

Azîzoglu bi domdarî got, ''Pêşniyarên ku hatine kirine, tiştên ku me nekirine dîsa bi bîra me xist. Di serê wan tiştan ku me pêk neanîye ew tê ku hê em nebûna gel. Ti maneya wê tine ku li ser navê gel em biryar bidin û xizmetê hilberînin. Divê gel bi xwe tevlê bibe. Gel jî dema ku tevlê dibe divê bi dildarî tevlê bibe.''

'GEL DIXWAZE VÎNA XWE BIBÎNE'

Hevşaredar Naşîde Toprak jî got gel bi  hêvî û kêfxweşiyeke mezin tê şaredariyê, kêfxweşiya di çavê gelê Farqînê de xutya dike, êş û azara ku dema qeyûm kişandî nîşan dide. Toprak got,  ''Gelê me ji ber ku dema qeyûm hevşaredar û endamên xwe yên meclîsê ji ber ku nedîtibûn vê ew pir êşandibûn. Dixwestin ku vîna xwe bibînin.''

'EM Ê BI GEL RE BIBIN YEK'

Toprak her wiha got, ''Gelê Farqînê li ser dahatuya xwe wê bibe xwedî biryar. Ew ê projeyên xwe li ber me deyin. Kurt û kurmancî, tişta ku me nekirî em ê bikin. Em ê bi gelê xwe re bibin yek.''