Di civîna asayî ya heftane ya HDP´ê de berdevkê partiyê nirxandinên girîng kirin. Wî got, Rewşa Awarte (OHAL) bi berxwedanê tê betalkirin, divê li dijî OHAL´ê berxwedan hebe. Vê kêliyê li Kurdistan û Tirkiyeyê gotina herî rast û realîst ev e. Bi tenê, erê tenê bi berxwedanê OHAL dikare bê bêtesîrkirin, li paş bê hiştin. OHAL zilm û tepisandin e; OHAL mêhtingerî ye; OHAL zindan û mirin e; OHAL faşîzm e. Niha em desthilatdariya herî faşîsta a dîroka Tirkiyeyê re rûbirû ne. Ya ku mirov li hemberî faşîzmê jî dike tenê berxwedan e; hem jî bi bereya herî fireh a demokrasiyê mirov li ber xwe dide.Li dijî faşîzmê mirov bi tena serê xwe li ber xwe nade. Ji bo ku berxwedana li dijî faşîzmê serketî be, avakirina bereya demokrasiyê ferz e. Girîng e ku ku DÎSK, KESK û Odeyên Muhendîsan biryara têkoşîna li dijî OHAL’ê bidin.
Berdevkê HDP´ê di axaftina xwe ya heftane de got, di Rewşa Awarte de hilbijartinên adilane nikarin pêk bên. Bi awayekî heq, wî got, li welatekî ku edalet lê ne bêalî ye, zilm û zext di destê hikûmetê de amûr in, hilbijartinên adilane çênabin. Di vî warî de berdevkê HDP´ê mijareke pirr baş aniye rojevê. Bang li hemû partiyan hatiye kirin û hatiye gotin, di Rewşa Awarte de hilbijartinên adilane çênabin, ji ber vê ya esas divê têkoşîn be. Ev bang girîng e. Li gorî ku HDP´ê daniye meydanê ku faşîzm tenê bi têkoşînê tê têk birin, ew li rewşa siyasî baş serwext bûye. Dema ku mirov şaşiyên salên 2014-2015-2016´an li ber çavan bigire, ev rewş girîng û bi qîmet e. Heta beriya demeke kurt, me helwêstên xafiliyê dîtin ku ji wan we ye, bêyî têkoşînê ev desthilatdarî wê biçe û pirsgirêka Kurd wê çareser bibe. Heger li gorî gotara nû ya berxwedanê helwêstek bê diyarkirin û ev helwêst bibe malê gel, hingê wê dawî li faşîzma AKP´ê bê.
Heta niha yê ku desthilatdariya AKP´ê rewa dike, CHP ye. Ji ber ku CHP´ê li dijî Rewşa Awarte nekarî helwêsteke biryardar nîşan bide û çûyî Yenîkapiyê, dabeya dijber a AKP´ê rewa kir. Li şûna ku hesabê hevkariya sûc a AKP´ê bi Fethullahiyan re bipirse, bi biryardarî tênekoşiya li dijî darbeya li dijî gelên Tirkiyeyê ya bi navê Rewşa Awarte, bi ser de jî di mijara betalkirina mafê parlamenteran ê destpênebûnê de bi AKP´ê re tevgeriya; van hemûyan jî kir ku êrişa desthilatdariya AKP´ê di serî de li dijî gelê Kurd, li dijî tevahiya hêzên demokrasiyê rewa û normal bibe. Dema ku li Kurdistanê hemû şaredarî bi qeyûman hatin dagirkirin, helwêsteke cidî nîşan neda. Tevî ku carinan gotarên wê yên ku hêzên demokrasiyê xepandin çêbûbin jî, li dijî desthilatdariya AKP´ê mixalefeteke cidî nake. Nexasim li hemberî êrişên li dijî gelê Kurd bêdeng dimîne, yan jî destekê dide wan êrişan. Ev eşkere ye ku ti hêza siyasî ya ku li ber êrişên li dijî gelê Kurd ranebe nikare demokrat be, nikare behsa demokrasiyê bike. AKP dibje, ew hemû êrişên xwe ji bo ku welêt li dijî terorîzmê biparêze, dike. CHP jî li şûna li ber vê rabe û dijminatiya demokrasiyê ya AKP´ê teşhîr bike, yan bêdeng dimîne yan jî destekê dide êrişên li dijî Kurdan. Danedera vê ya herî darîçav ew e ku ew bêdeng dimîne li beramberî rojane girtina bi dehan siyasetvanên Kurd yan jî endamên HDP´ê; li Sûrî û Iraqê destekê dide lêrişên li dijî Kurdan.
Ya ku herî zêde pişta desthilatdariya AKP´ê digire, ev helwêst e. Dema ku CHP hinekî deng derdixe, AKP bêhtir hemaseta neteweperest a bi gotinên welat, milet û Sakarya dike û CHP´ê bêdeng dike û ji xwe re dike yedek. Ji ber vê yekê, hêzên demokrasiyê divê vê helwêsta CHP´ê teşhîr bikin, bikin ku CHP êdî ne di wê rewşê de be ku destekê bide AKP’ê. Heta ku mirov li hemberî CHP´ê nebe xwedî helwêst, li dijî CHP´ê tênekoşe, têkoşîna demokrasiyê nayê bipêşxistin; faşîzma AKP´ê nikare bê têbirin. Ji ber ku CHP têkoşîna li dijî faşîzmê qels dike.
CHP carinan ji bo xapandina hêzên demokrasiyê dibêje, Tayyip Erdogan dîktator e, desthilatdariya AKP´ê faşîst e, lê belê li gorî vê tevnagere. Ew gel û hêzên demokrasiyê diawiqîne. Hilbijartinên 2019´an hedef nîşan dide. Lê ya rastî, li dijî faşîzmê tavilê mirov têdikoşe; her roj, her kêlî mirov têdikoşe. Heger mirov tênekoşe, faşîzm wê xwe xurt bike û sîstemê mayînde bike. Anîna cem hev a hêzên demokrasiyê li dijî faşîzmê, girîng e. Herçî CHP ye bi helwêsta xwe ya ku hêzên demokrasiyê parçe dike, wan diawiqîne, têkoşîna li dijî faşîzmê lawaz dike.
Banga HDP’ê ji bo zelalkirina têkoşîna li dijî faşîzmê girîng e. Di rewşa awarte de hilbijartinên adilane nabin. Lewma, helwêsta dijberiya faşîzmê û sîstema wê ya OHAL´ê pirr girîng e. Beriya sala 2019´an, beriya ku faşîzm bi sazûmanî bibe, divê têkoşîn bê xurtkirin. Temaşekirina pêkanînên faşîzmê, faşîzmê xurt dike; têkoşîn bi xwe, wê dawîhatina li wê nêzîk bike.
Ciwan li dijî faşîzmê li her deverê dikarin têbikoşin. Ciwanên Kurd pêngava ‘Serî Hilde’ da destpêkirin. Jin û mêr, ciwan hemû li kolan, tax, bajar, dibistan û zanîngehên lê, beşdarî pêngava Serî Hilde bibe, hingê pêngava têkoşîna li dijî faşîzmê jî wê xurt bibe. Heger ciwan û jin pêşengên têkoşîna azadî û demokrasiyê ne, hingê divê li her devera ciwan lê, ev pêşengî bê kirin. Hingê gotara faşîzm bi têkoşînê tê têkbirin, tê pratîkkirin. Heger HDP wisa dibêje, divê ciwan hezar carî bêhtir bibêje "faşîzm bi çalakiyê tê têkbirin" û tişta ev gotar pêwîst dike jî bike. Ya ku mirov ji ciwanan hêvî dike ev e. Niha yekane rê Serî Hilde, Serî Hilde ye.
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA