Bi avahiya Eûtelsatê ve wêneyên Med Nûçe hatin daliqandin
Çalakiya protestoyê ya li pêşiya kargeha Eûtelsatê ya li paytext Parîs a Fransayê di roja xwe ya 3’emîn de ye, bi dîwarên avaiyê ve wêneyên Med Nûçe hatin daliqandin.
Çalakiya protestoyê ya li pêşiya kargeha Eûtelsatê ya li paytext Parîs a Fransayê di roja xwe ya 3’emîn de ye, bi dîwarên avaiyê ve wêneyên Med Nûçe hatin daliqandin.
Çalakiya protestoyê ya li pêşiya kargeha Eûtelsatê ya li paytext Parîs a Fransayê di roja xwe ya 3’emîn de ye, bi dîwarên avaiyê ve wêneyên Med Nûçe hatin daliqandin. Çalakvan daxwaz kirin ku Eûtelsat biraya xwe ya têkildarî reşkirna weşanên televîzyonên Kurdî paşve vekişîne.
Li Parîsê ji roja Dûşemê ve, li pêşiya avahiya Eûtelsatê çalakiya kon hatiye lidarxistin. Konê ku her roj saet di navber 11:00-15:00’na de tê danîn, reşkirina weşana Med Nûçe TV û Newroz TV ya ji aliyê kargeha Eûtelsatê ve hate reşkirin tê protestokirin.
Weşatên Med Nûçe TV di 3’yê Cotmehê û ya Newroz TV jî 11’yê Cotmehê li ser daxwaz û fermana dewleta Tirk bi awayekî bê hiqûqî hatibû reşkirin.
Di roja 3’emîn a ku belavo tên belvkirin û têkildarî armanca çalakiyê jî xebatên hestyarkirina raya giştî dewam dikin, komek çalakvan çûn pêşiya avahiya Eûtelsatê.
Çalakvanên ku di nav de endamê Dîwana Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd a Ewropa (KCD-E) Mûrat Ceylan jî hebû, dovîz û wêneyên ku di destê wan de çûn pêşiya avahiya Eûtelsatê bertekên xwe anîn ziman.
Çalakvanan, bi dîwarê Eûtelsatê ve wêne û afîşên logoyên Med Nûçe TV û dovîza “Med Nûçe TV dengê gel e, nayê bêdengkirin” daliqandin. Di ketina avahiyê de jî dowîz li erdê hatin rêzkirin.
Piştî çalakiyê Mûrat Ceylan ji ANF’ê re axivî û wiha got: “Em biryara Eûtelsatê ya bi fermana dewleta Tirk reşkirina weşana Med Nûçe TV û Newroz TV şermezar dikrin.” Ceylan destnîşan kir ku ev biryar bi hevkariya dewleta Tirk di encama pîlanên qirêj de hatine girtin, weşanên ku li Tirkiye û Ewropayê hatin tarîkirin denên gelê Kurd e.Ceylan wiha anî ziman: “Em ê li her derê diktator Erdogan, saziya wî ya qirêj RTUK û hevkarên wan Eûtelsatê teşhîr bikin.”
Ceylan, bi bîr xist ku wê 26’ê Cotmehê doza rûniştina Med Nûçe Tv ya ku wê li Dadgeha Ticaret a Parîsê bê li dar xistin ev bang kir: “Divê gelê me bi awayekî hê xurtir xwedî li dengê xwe derkevin.”
Med Nûçe TV, li dijî biryara Eûtelsatê ya reşkirina weşana wan gilî kiriye, daxwaz kir ku biryara tedbîrê bê dayîn.