BHB: Muwekîla me Serpîl Aslan binçavkirî ye
Buroya Hiqûqê ya Bindestan (BHB) da xuyakirin, ku muwekîla wan Serpîl Aslan hatiye binçavkirin.
Buroya Hiqûqê ya Bindestan (BHB) da xuyakirin, ku muwekîla wan Serpîl Aslan hatiye binçavkirin.
Li gorî daxuyaniyê, Aslan a ku berî du rojan li Aksarayê bi îşkenceyê hat binçavkirin, tê payîn îro sewqî edliyeyê bê kirin.
Parêzeran gotin, "Li ser beden û rûyê muwekîla me Aslan şopên îşkenceyê hebûn."
Polîsan eşkere nekirin bê Aslan çima binçav kirine.