Meqamên Iraqê destûr neda balefira Wezîrê Çavkanî û Enerjiyê yê Tirk Taner Yildiz ku dê çûba Hewlêr tevlî konferansekê biba, dane. Ev bûyer di demekî ku têkiliyên hikumeta Bexda û hikumeta Tirk pir xirab de çêbû.
Li gorî nûçeya Reutersê, dema Bexdayê destûr neda balefir dane, şûna li Hewlêr dane çû li Qeyseriyê danî. Hate diyarkirin ku, Wezîrê Tirk Taner Yildiz dê li Hewlêrê tevlî Konferansa Petrol û Gazê biba.
Rêveberiya Bexdayê destûr nedabû Serokê Giştî yê MHPG’ê, ultra netewperest û nîjadperest Dewlet Bahçelî ku dê navbera 18-21’ê Tebaxê seyahetek ji Mûsil heya Kerkûkê kiriba.
Ev bûyer rastî serdana Wezîrê Karê Derve yê Tirk Ahmet Davûtoglû ya “korsan” hatibû. Davûtoglû piştî serdana li Hewlêrê 2’ê Tebaxê bê destûr û agahiya meqamên Iraqê çûbû Kerkûkê. Li ser vê yekê Wezareta Derve ya Iraqê daxuyanî da û aşkera kir ku, “Ev hemû ji derve destûr û agahiya Wezareta Derve pêkhatine û ji bo organîze kirina vê serdanê kanalên dîplomatîk û fermî nehatin bikaranîn.”
Bexdayê bertek nîşan da û destnîşan kiribû ku, Tirkiye bi awayek vekirî xwe tevlî karê hundir yê Iraqê dike. Di encama vê bûyerê de û bandorên negative yên di navbera her du welatan de Bexdayê nota dabû Enqereyê. Her wiha 7’ê Tebaxê Bexdayê destnîşankiribû ku ew dê têkiliyên xwe yên bi Enqereyê ber çav re derbaz bikin.