Beştaş: Serketin wê ya berxwedêran be

Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş diyar kir, rakirina destnedana parlamenterên HDP'yî û tasfiyekirina Serokwezîr Davûtoglû parçeyên heman planê ne.

Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş diyar kir, rakirina destnedana parlamenterên HDP'yî û tasfiyekirina Serokwezîr Davûtoglû parçeyên heman planê ne.

Beştaş rewşa dawî ya li qada siyasetê ji ANF'ê re nirxand. Beştaş da xuyakirin, ku hewl tê dayîn parlament bê fonksiyon were hiştin, statuya parlamenteran jî bê qîmet be hiştin û bi vî rengî sîstema serokatiyê rewa bikin.

'WÊ NIKARIBIN BI SER KEVIN'

Beştaş da zanîn, ku têkildarî vê ferz û zexta rejîma serokatiyê, mirovên deng dane AKP'ê jî aciz in û destnîşan kir, ku ti zext nikare tirsê timî zindî bihêle.

Beştaş ragihand, AKP dixwaze bi vê zextê ve her şêwe li ber rabûn û mûxalefetê bitepisîne û li gorî dilê xwe her qada jiyanê kontrol bikin.

Parlamenter Beştaş da zanîn, ku nîqaşa li ser laîktiyê hatiye destpêkirin, tiştekî rasthatî nîne û diyar kir, hikûmet hewl dide dîroka qewimiye li serî vegerîne.

Beştaş got "Tiştekî hatiye qezenckirin û pêşketina pêk hatiye bi ti awayî li berê nikare bê vegerandin" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ev rewş hem li dijî herikîna xwezayî ya siyasê, siyaset û zanistiyê ye hem jî li hemberî herikîna dîrokê. Bêguman wê negihêjin armanca xwe, wê bi ser nekevin. Yên li ber xwe didin, yên li ber radibin û tevî her tiştî jî mûxalefetê dikin, wê bi ser kevin."

'NE EM NE JÎ GEL BÊ ALTERNATÎF NÎNIN'

Beştaş destnîşan kir, ku yekane partiya AKP li hemberî xwe weke astengiyê dibîne HDP ye û got, "Weke HDP em her roj maskeyên wan li rûyê xwe kirine, yek bi yek dadixînin. Dema rastî derdikeivn holê, ew jî bi awayekî vekirî tên dîtin. Em hemû polîtîkayên wan pûç dikin."

Beştaş da xuyakirin, ku destnedan bê rakirin û wan bigirin jî, HDP bê alternatîf nîne û got, "Ne em ne jî gel bê alternatîf nînin. Parlamenterên din bi çi rengî ketin Meclîsê, em jî bi heman rêyên qanûnî ketin Meclîsê û qanûnîbûn û meşrûiyeta me bi ti awayî ne cihê nîqaşê ye. Em di nava pêvajoyekê de ne. Di vê pêvajoyê de em ne temaşeker in, em aktor in. Em bê alternatîf nînin û divê her kes zanibin, hewldanên me yên di vî warî de ji bo pêşîgirtina li têkçûna Tirkiyeyê ye. Em ne tenê ji bo xwe polîtîkayê dimeşînin, em polîtîkayek ji bo 78 mîlyon mirovên li Tirkiyeyê dimeşînin. Hewldanên me ji bo parastina hevgirtina gelên Tirkiyeyê, ji boxurtkirina jiyana bi hev re ya cihêrengiyan û ya herî girîng jî ji bo xurtkirina hêviya aştiyê ye."