Beştaş: Pirsgirêk bi muxatabiya Ocalan çareser dibe

Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û rapora CPT û destnîşan kir ku pirsgirêk bi muxatabiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çareser dibe.

Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist û rojev nirxand.

TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ Û RAPORA CPT

Beştaş bal kişand ser rapora Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) a li ser serdanên xwe yên salên 2017 û 2019'an û destnîşan kir ku CPT bi rengekî fermî tecrîd, êşkence û kiryarên xerab kir belge.

Beştaş got, "CPT du caran serdana Girava Îmraliyê kir. Li Birêz Ocalan û girtiyên din guhdarî kir û şert û mercên li wê derê lêkolîn kir. Di rapora CPT de careke din hate destnîşankirin ku li Îmraliyê êşkence heye.

Tecrîda li Îmraliyê ne tenê tecrîdkirina Ocalan û girtiyên li wir in. Tecrîdkirina aştiyê ye. Di heman demê de li pêşiya çareseriyê astengiya herî mezin e. Divê welatiyên Tirkiyeyê vê yekê bi vî rengî fêhm bike. Êdî dem hatiye ku pêşî li çareseriyê û aştiyê bê vekirin."

Beştaş diyar kri ku tecrîd astengiya herî mezin a li pêşiya çareseriyê ye û got, "Heta ku pirsgirêka Kurd bi dawî nebe, şer bi dawî nabe, heta ku şer bi dawî nebe xizanî bi dawî nabe."

Meral Daniş Beştaş anî ziman ku meseleya Kurd bi gotina 'rojbaş' a li Amedê, bi polîtîkayên populîst çareser nabe û got, "Bi nedîtina îradeya gelê Kurd nepêkane ku çareser bibe."

'DIVÊ ÎMRALI WEKE MUXATAB BÊ DÎTIN'

Beştaş bal kişand ser zext û zordariya giran a desthilatdariyê got, "Hema bêjin wê navê Ocalan qedexe bikin, wê bilêvkirina gotina tecrîdê qedexe bikin, wê gotina Kurdistanê qedexe bikin. Kes guh nade van qedexeyan. Armanca van qedexeyan jî astengkirina çareseriyê ye. Eger Ocalan li girtîgeha Îmraliyê ji bo aştiyê têdikoşe û hikumet jî pê re li dora maseyê rûniştibû, hingî nikarin vê yekê bidin jibîrkirin. Em vê yekê dibêjin û em ê timî vê bêjin. Ji ber vê yekê em dibêjin, Îmraliyê weke muxatab bibînin."