Beştaş: Li dijî şer berpirsyariya her kesî heye

Serokwekîla Koma HDP'ê Beştaş got li dijî şer berpirsyariya her kesî heye û got, ''Kurd ne baş bin Tirk jî baş nabin.''

Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş li Meclîê daxuyaniya çapemeniyê da.

Beştaş got hewcehiya Tirkiyê bi lezgînî bi aştiyê heye û li ser vê mijarê berpirsyariya her kesî heye. Beştaş di axaftina xwe de got, ''Heke Tirk ne baş bin, Kurd jî ne baş in, heke Kurd ne baş bin, Tirk jî ne baş in. Ji dîrokê dersa ku bi sedan carî me girtî ev e.''

DÎWARÊ KU DIXWAZIN LI AMEDÊ WERE DANîN

Li ser dîwarê ku tê xwestin li Amedê hevlayenî şivên trênê were danîn jî Beştaş got, ''Hûn nikarin dîwarê şermê li Amedê deynin, em ê nehêlin. Bes bi raçîn û avaniya siyasî ya Amedê bilîzin. Ev siyaseta dagirkirinê ye. Ev 90 sal in ewlehiya peyayan nehate bîra we? Em vê qebûl nakin. ''

'CIWAN DI HEDEFÊ DE NE'

Beştaş her wiha bal kişande ser polîtîkayên zext û sîxûriyê yên li ser endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya wan jî got, ''Li kîjan taxê Kurd û muxalîf hebin çeteyên madeyên hişbir li wir xuya dibin. Em dixwazin demildest li ser vê daxuyaniyek were dayin û yên ku vê dikin derxînin ber darazê û werin girtin.  Li ser van civanan rêbazên salên 90'î bi  kar tînin, bi gefan dixwazin xebatên HDP'ê, xebatên Meclîsa Ciwanan asteng bikin.''