Beştaş: Hewldana ji bo dîzaynkirina muxalefetê

Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş ragihand ku nîqaşên li ser destûra bingehîn a nû, guhertina qanûna hilbijartinê û tasfiyekirina HDP'ê, hewldana ji bo dîzaynkirina muxalefetê ye.

Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş têkildarî êrişên li ser HDP'ê ji ANF'ê re axivî.

Meral Daniş Beştaş bal kişand ser gotin û hewldanên desthilatdariyê yên ji bo girtina HDP'ê û destnîşan kir, yên ku nikarin siyasetê bikin, nikarin ji pirsgirêkên gelên Tirkiyeyê re bibin çare û lawaz dibin, bi rêya êrişa dijî HDP'ê hewl didin hebûna xwe biparêzin.

Beştaş diyar kir ku mebesta desthilatdariyê ji gotina 'paşeroja Tirkiyeyê' paşeroja wan bi xwe ye û got, "Tirkiyeyeke bêyî HDP'ê nabe. HDP wê teqez hebe. HDP'ê bigirin jî wê karê xwe dewam bike. Bi milyonan mirovên piştgiriyê didin HDP'ê wê bi carekê ve ji holê ranebe, tune nebe, neçe partiyeke cuda. Divê her kes vê realîteyê baş bibîne."

EGER BI QANÛNÊN HILBIJARTINÊ DILÎZIN, HINGÎ WINDA KIRINE

Meral Daniş Beştaş bi bîr xist ku HDP partiyeke ku li gorî qanûnan ava bûye, bi rengekî rewa û demokratîk siyasetê dike û destnîşan kir ku israra wan a di vê mijarê de wê dewam bike. Beştaş anî ziman, ji ber ku ew mîna partiyên din heman gotinên jiberkirî nabêjin dibin hedef û ragihand, ku siyaset di rewşa heyî de xitimî ye.

Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş li ser fezlekeyên dijî parlamenterên HDP'ê diyar kir ku fezleke nû nînin û got, "Niha nêzî 200 fezleke hene. Berê destûra bingehîn jî guherî; piraniya hevalên me hîn jî girtî ne. HDP hîn mezintir bû û karê xwe dewam kir. Lewma nîqaşên li ser fezlekeyan tên kirin bi dîtina me hewldanek ji bo xapandinê ye. Di vir de armanc ew e ku desthilatdarî hebûna xwe bidomîne ji ber ku HDP li cihekî welê ye ku dikare encaman, hevsengiyan hemûyan biguherîne. Bi heman rengî, nîqaşên li ser girtina partiya me û qedexekirina wê ji bo 5 salan, tenê nîqaşeke. Ji ber ku hêz û hejmara desthilatdariya AKP-MHP'ê ya ji bo guhertina destûra bingehîn nîne. Ev hemû hewldana ji bo dîzaynkirina muxalefetê ya ji bo hilbijartineke pêşwext e. Dîroka cîhanê û Tirkiyeyê ev yek nîşan daye ku eger desthilatdariyek bi qanûnên hilbijartinê bilîze, wê desthilatdariyê winda kiriye."