Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş di daxuyaniya têkildarî grevên birçîbûnê yên bêdem û dorveger de ku li girtîgehan didomin, wiha got:
"Em îro di roja 4. a greva birçîbûnê de ne. Di destpêkê de Girtîgeha Şakranê, Girtîgeha Tekîrdagê û girtîgehên din ên grevên birçîbûnê gihiştine asta sînorê mirnê .
Çalakiya greva birçîbûnê ya me ku 1'ê Nîsana 2017'an destpêkirî, tenê ji bo banga li gorî 'Yasa û hiqûqê ye' . Daxwazên girtiyên ku di grevên birçîbûnê de ne, mirovî û hiqûqîne.
Em wek parlamneter, ti daxwazekî şexsî ya me nîne. Daxwaza me ye bingehîn; ên grevên birçibûnê yên ku bêdem û dorveger li girtîgehan, dawî li binpêkirinên dijî mirovahî û rûmetê bîne ye."
IRMAK: DIVÊ HÊZÊN DEMOKRASIYÊ BI HESTYAR BIN
Parlemetera HDP’ê ya Colemerêgê Selma Irmak jî wiha got: “Di serî de bang li rêxistinên civaka sivîl û hêzên demokrasiyê û hemû gelan dikin ku di mijara îxlala mafê heq ên girtiyan û di mijara greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger de bi hestyar bin. Dîsa bang dikin ku hikûmeta divê bi lezgîn dawî li Rewşa Awarte bîne, dawî li polîtîkayên tecrîd û zextê yên li girtîgehan bîne û di nuqteya çereseriya pirsgirêka Kurd de rêyên demokratîk vekin, aştî û diyalogê esas bigirin.”