Beştaş: Ger xebat bê rawestandin dê pirsgirêkên cidî derkevin holê

Beştaş: Ger xebat bê rawestandin dê pirsgirêkên cidî derkevin holê

Cigira Hevseroka BDP’ê û Şêwirmenda Komîsyona Lihevkirina Mekqanûnê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku di nameya ku dê bişînin ji TBMM’ê Cemîl Çîçek  re dê balbikişînin ser ku  pêvajoya makeqanûnê bê rawestandin dê rê li ber pirsgirêkên cidî vebike û got: “Di mijara guhertina makeqanûnê de bendewarî û daxwazin mezin hene. Emê vê di nameyê de vê bibîrbixînin.

BDP bersiva xwe ya nameya ku serokê Meclisê Cemîl Çîçek der barê xebatên Komîsyona Lihevkirina Makqanûnê de şandibû dê di rojên pêş de bide.

Cigira Hevseroka BDP’ê û Şêwirmenda Komîsyona Lihevkirina Mekqanûnê Meral Daniş Beştaş da zanîn ku ew wek partî dixwazin xebatên makeqanûnê bidomin.

Beştaş ji ANF’ê re axivî û da zanîn di nameya ku wek bersiva nameya Çîçek bidinê de wiha got: “Makeqanûn di çareseriya pirsgirêka kurd de nokteya herî girînge. Tişta bûye sedema derketina pirsgirêka kurd makeqanûna yek parêziye. Divê pirsgirêk di esasa wekheviyê de bê çareserkirin.

Beştaş got; “Di vê pêvajoyê de ger xebatên guherîna makeqanûnê bê rawestandin de dê pirsgirêkên cidî derkevin holê.  Civak di vê mijarê de di nava bendewariyek mezin deye û daxwazên wan hene. Emê di vê nameyê de vê bibîr bixînin.”

MAKEQANÛN NAYÊ NIVÎSÎN, BI CIVAKÊ RE TÊ ÇÊKIRIN

Beştaş bi lêv kir ku ew wek partî bi îstîkrarek mezin tevli vê xebatê bûne û da zanîn ku ew ligel makeqanûneke ku nirxên gerdunî yên netewî, demokratîk û azad baldar digirin e. Makeqanûn nayê nivîsin, tê çêkirin.  Bi civak û gel re tê çêkirin. Ev peymaneke civakiye. Ji ber vê tevlibûn esase. Divê rayagiştî, gel tevli vê pêvajoyê bibe. ji bo ve dikare platformên cuda bên avakirin. Esasa duyemîn jî zelaliye. Divê ji gel neyê veşartin. Dema peyaman gel tê çêkirin, divê gel pê agahdar be. Em ne tenê nûnerên kurdan, wek nûnerên hemû baweriyan, nasname û çandan di komîsyona Lihevkirina Makeqanûnê de cih digirin. Lê deshilatdarî hewl dide vê xebatê bi vî awayî biqedîne. Ev nayê qebûlkirin. Ev gel nekare sed salê din jî li bende vê makeqanûnê bisekine. Divê di serî de AKP û hemû endamên komîsyonê vê helwesta xwe li ber çavan derbas bike.”