Beştaş: Em şer û xwînê naxwazin

Namzeta parlemeteriyê ya HDP’ê Beştaş a tevlî mîtînga HDP’ê ya Sêrtê ku bi hezaran kest tevlî bibû de axivî got: Her dengê ku hûn bidin AKP’ê wê bibe gule, girtin û qeyûm li we veger e. Em şer û xwînê naxwazin.”

Mîtîngên ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê yên HDP’ê dewam dikin. Li Sêrtê bi tevlîbûn bi hezaran ve mîtîngek hate lidarxistin.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, namzetên HDP’ê yên Sêrtê Meral Daiş Beştaş, Hayrettîn Şen, Sidik Taş, Endamên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), aktivîstên TJA, rêveberên HDP û DBP’ê yên navçe û bajar, endamên PM’yên HDP’ û DBP’ê, Dayikên Aştiyê û li gel nûnerên sendîkayan bi hezaran kes tevlî mîtîngê bûn. Piştî ku welatî li nuqteyên kontrolê yên polîsan re derbas bûn û şûnde ketin qada mîtîngê.

Li qadê dirûşmên “Bi berxwedanê em ê ser bikevin” û “Em HDP, em li Meclîsê” hatin qîrikrin.

Mîtîna ku bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir Hevseroka HDP’ê ya Sêrtê Necîbe Îlhan destpêkê axivî û diyar kir ku divê roja hilbijartinê gel xwedî li sindoqan derbikeve. Nûner KCD Selîm Sadak jî got: “Bê gel wekîl nabin. Wekîlên we, wekîlên gel in. Divê li Sêrtê 3 wekîl bên derxistin.”

Namzeta parlementeriyê yê HDP’ê yê Sêrtê Hayrettîn Şen jî ev tişt got: “Deng bidin HDP’ê, em ê bi dengê we biçin Meclîsê. Divê em Pirsûs, Cizîr, Roboskî ji bîr nekin. Em ê wan têk bibin.”

Sidik Taş jî diyar kir ku divê HDP bendê derbas bike

Serokwekîla Koma HDP’ê û namzeta parlementeriyê ya Sêrtê Meral Dainş Beştaş jî axivî û ev tişt got: “3 roj man. Em ê dawiya faşîzmê bînin. Em ê rêya aştî, biratî û yekîtiya gelan vekin. Tirkiye hêviya xwe bi HDP’ê ve girê daye. Dema ku gel biryara xwe da ti hêz nikar xwe li ber bigire.

Wê Erdogan ji Sêrtê deng bi dest nexe. Bi derewan dixwazin li Sêrtê dengan bi dest bixe. Her dengê ku hûn bidin AKP’ê wê bibe gule, girtin û qeyûm li we veger. Em şer û xwînê naxwazin. Sêrt wê AKP’ê bi dawî bike.

Hevseoka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan a di mîtîngê de axivî  û ev tişt anî ziman:

“Ev coş û biryardarî li her derê heye.Her devera em diçinê bi eleqeyek mezin tên pêşwazîkirin. Ji ber ku em hêvî, aştî û azadiyê belavdikin. HDP a ku her derê wê bi gulên rengîn, hêviya vî welatî ye. HDP gerantiya Kurdî, Tikirk û Ereb ên ku dest bidin destê hev in. HDP aştiya vî welatî ye. Ji bo aştiya jin, ciwan û siberoja welat ketine ser rê. Ev 16 sal in AKP siberoja me diziye.

Êdî zava Erdogan ji Sêrtê deng nagire. Wê Sêrtê wan di sindoqan de bifetisîne. Êdî demê wan çû, ji ber ku serê AKP’ê û Erdogan êdî ji bo şer kar dike. Sêrt Newala Qesaba jibîr nake. Kuştinên kiryarên wan ne diyar ji bîr nake.

Divê êdî birayên Kurd, Ereb û Tirk ên li vî bajarî em bi hev re divê ji vê siyasetê re bêjin bes e. Divê ji vê hişmendiya Erdogan a şer û înkarê re bêjin rawest e.

Em ê 24’ê Hezîranê li dijî hişmendiya qeyûm wezîfedar dike bibin xwedî helwest û hesab jê bipirsin. Gelê Sêrtê gelekî bi rûmet e. 24’ê Hezîranê wê sê wekîlan bişîne parlementoyê.

Gelê me mirovên me yên li Pirsûsê li nexweşxaneyê bi awayekî hovene qetilkirin, dîsa Cizîr, Gever û Sûrê ji bîr nake. Te dest danî ser şaredariyan, her cûre zilm kir. Bi sindoqan te nekarî, te girt. Li kû destkeftiyeke Kurdan hebû te êrîş kir. Kurd jî wê hesabê vê yekê ji te bipirse.

3 roj ji bo hilbijartinê ma. Em ê şev û roj kar bikin. AKP wê biçe. Em ê mal bi mal bigerin, deng bixwazin. Gelê Sêrtê ji zû ve biryara xwe daye. Gelê Sêrtê yên ku ev qad tije kiriye, wê vê carê jî xwedî li vîna xwe derbikeve. Piştî 3 roj din wê her tişt biguhere. Rûpelek nû wê bê vekirin. Wê gel di nava mercên yeksan de bijîn. Gelên Tirkiyeyê ev biryara xwe daye. Ev hêz li her deverên Tirkiyeyê heye. Her kes bûye mexdûrê siyaseta AKP’ê û Erdogan.

Wan siberoja me dizî. 16 salên me birin. Em ê bi hev re bi ser bixin. Em ê deriyê girtîgehan vekin. Em ê bi hev re Demîrtaş, Yuksekda û hemû wekîl û hevşaredarên xwe ji girtîgehan derbixin. Em ê ser bikevin. An azadî an azadî.”

Piştî axaftina Bûldan û şûnde mîtîng bi dawî bû.