Beştaş: Dinya li dijî vîrusê, AKP jî li dijî HDP’ê ye

Wekîla Serokatiya Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş got ku “Dinya li dijî vîrusê têdikoşe lê AKP’ê jî li dijî HDP û gel têdikoşe.”

Wekîla Serokatiya Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş li meclîsê derbarê rojevê axivî.

Beştaş got ku “Li hemberî me desthilatdariyeke wisa heye ku tendirustiya gel ne xema wan e û dibêjin ji xwe re çareyekê bibînin. Tirkiye ne dewleteke sosyal e. Tekane bangeke wan heye. Li malê bimîne. Ji bo ku li malê bimînin divê li medbexê xwarin hebe, karibin xwe germ bikin û derfetên têkiliyê hebe. Medbex vikîvala ye lê qaşo li jiyan li malê ye. Peywira desthilatdarî û dewletê ev e ku li malê jiyanê ava bike.”

DESTESERKIRINA ŞAREDARIYAN

Beştaş derbarê desteserkirina şaredariyên HDP’ê jî got ku “Ji paqijkirina parkan heta betalkirina fatoreyên avê, ji paqijkirina otobusên şaredariyê heta navberhiştina civakî me gelek tevdîr pêk anî. Desthilatdariya ku kêşeya gel nedît, texamulî van xizmetan nekir û mudaxeleyî şaredariyan kir.

Dinya li dijî vîrusekê têdikoşe lê AKP jî li dijî HDP û gel têdikoşe. Şaredariyên me li dijî koronayê têkoşîneke mezin kirin. Lê AKP jî li dijî Kurdan têdikoşe. Ya rast AKP wekî vîrusekê civakê dide rizandin û ji bo domandina desthilatdariya xwe tevdigere.”