Beştaş: Cihê çareseriyê Îmrali ye

Parlamentera HDP'ê Beştaş diyar kir, polîtîkaya çavtirsandinê ya AKP'ê ya li dijî Kurdan û mûxalefeta civakî bi kêr nehatiye û wê bi kêr neyê. Beştaş nerazîbûn nîşanî tecrîdê da û got, navnîşana çareseriyê Îmrali ye.

Parlamentera Edeneyê ya HDP'ê û Endama Komîsyona Destûra Bingehîn a Meclîsê Meral Daniş Beştaş ji ajansa me re axivî û diyar kir, dema ew bi çavê hiqûqnasekê li rewşa Tirkeyê dinere, dibîne ku li Tirkiyeyê hiqûq nemaye, hikumetê dadgerî xistiye nava lepên xwe.

Beştaş nerazîbûneke tund nîşanî zexta li şêniyên Sûrê tê kirin da, ku dewleta Tirk hewl dide xaniyên wan xera bike û got, "Niha li navçeya Sûr a Amedê bir engekî bêhiqûqî, bê perwa av û elektrîk hatiye birîn. Di vê meha Remezane de mirov bi rojî ne. Lê bi tî û birçîbûnê zilm li wan tê kirin. Ji îro danê sibehê ve kanalîzasyon jî xitimî ye. Bi zanebûn xitimandine ku bêhna genî belav bibe û mirov nikaribin lê bijîn."

Beştaş bal kişand ser biryardariya gelê Sûrê ya li dijî vê yekê û anî ziman, tevî ku çapemenî cih nade vê berxwedanê jî Enqere baş bi vê berxwedanê dizane. Beştaş got, "Haya wan bi xwe jê heye, ku gel vê qebûl nake û li ber xwe dide. Û baş dizanin ku gel xwe li vê bêhiqûqiyê ranagire. Her êvarê li Sûrê sifra fitarê tê danîn. Piştgiriya li wir tê dîtin û sekna li hemberî operasyonan jî dizanin."

Parlamenter Beştaş diyar kir, ku bi mirin, operasyon û bombekirina çiyê nekarîn pirsgirêka Kurd çareser bikin û got, "Di dawiya dawî de ya were kirin axaftin, diyalog û afirandina mercên muzakereyê ye."

Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve dewam dike û got, "Tecrîda li ser Birêz Ocalan hatiye şidandin. Li gorî lêkolînên min kiriye, yekane hikumxwarê ku li cîhanê di demeke ewqasî dirêj de agahî jê nayê girtin Birêz Ocalan e. Malbat, parêzer, siyasetmedar nikarin agahiyê jê bigirin. Û mifteya çareseriya meseleya Kurd jî li wir e. Ji bilî mezinkirina mûxalefetê û xurtkirina berxwedanê, ti şensê me nîne."